BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin 2022-11-20 10:14:38   STENBOL – BMG'ê bertek nîşanî êrişên li dijî Kobanê hatine kirin da û wiha got: “Hûn ê nekarin bibêjin ‘Kobanê li ber ketinê ye.’ Em ê li her derekê li dijî we bin. Em hemû gelê xwe yê şoreşger û kedkar vedixwînin bilindkirina têkoşînê.”   Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. BMG'ê destnîşan kir ku sedema êrişê dijminatiya li kurdan e û ev tişt parve kirin: "Kobanê dê nekeve! Em ê faşîzmê têk bibin!”   BMG, di berdewama parvekirina xwe de wiha got: "Dijminatiya li kurdan, sekna dagirkeriyê, di bûyere Taksîmê de derket holê û bi qasî ku gel qetil bike çavên wan sor bûne. Armanca van senaryoyên rizî, bi êrişa Kobanê re eşkere bû. Hûn ê nikarin Kobanê ya li dijî DAIŞ a paşverû û alîgirên wê bûye Stalîngrad, bêxin. Tarîtiya we dê careke din li dijî gelên cîhanê bersiva xwe bistîne. Hûn ê nikarin bêjin ‘Kobanê li ber bi ketinê ye.' Em ê li her derê li hemberî we bin. Em hemû gelê xwe yê şoreşger û kedkar li dijî dagirkeriyê vedixwînin mezinkirina têkoşîna yekgirtî û sekinandina êrişa li dijî gelan tê kirin.”