Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin 2022-11-20 10:56:12 RIHA - Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji bo ku xwe ji krîza heyî xelas bike êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersivên dîrokî bi ser kevin.”   Dewleta tirk şevê din saetên dereng de derdora Çiyayê Qendîlê yê Herêma Federe ya Kurdistanê û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer bombebaran kir. Di êrişan de her wiha leşkerên rejîma Sûriyeyê jî hedef hatin girtin û êriş hêj berdewam in. Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn têkilldarî êrişan axivî.    'DIXWAZIN XWE JI KRÎZÊ XELAS BIKIN’   Şahîn, da zanîn ku navenda Kobanê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombebarankirin û wiha got: “Tirkiye ji bo êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev demekî dirêj e planan çêdike. Hewl dan êrişa li Taksîm a Stenbolê têxin stûyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi vê yekê re xwestin ji bo êrişên xwe bingehekê amade bikin. Gefên Tirkiyeyê di demên dawî de zêdetir bûn û şevê din êriş kir. Ev êriş, bo me tiştekî nû nînin.”    Bi domdarî Şahîn anî ziman ku AKP ji ber siyaseta xwe ya xelet, li hem hundir û hem jî li derve krîzan dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîzên aborî û siyasî dijî. Dixwaze xwe ji van krîzan xelas bike. Lewma jî rêveberiya demokratîk bo xwe weke gefekê dibîne. Ji ber vê yekê jî di serî de Kobanê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev êrişên dawî, êrişên nû nînin. Lê li gorî me, êrişa li Stenbolê bi destê îstîxbarata Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê yekê xwestin bingehekî ji êrişên xwe re amade bikin.”    'ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÎRADEYÊ NE’    Di berdewamê de Şahîn bang li hêzên koalîsyonê yên li hemberî êrişan bêdeng mayîn kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rûsya û Amerîka, berpirsyarên ewlekariya vê herêmê ne. Divê hikûmetên Rûs û Şamê jî li dijî van êrişan bisekinin. Divê Amerîka berpirsyariya xwe ya siyasî û leşkerî bi cih bîne û li dijî van êrişan bisekine. Dixwazin bi van êrişên xwe, nirxên bi saya xwîna şehîdan hatine avakirin rûxînin û îradeya gel têk bibin. Em jî dê bersiveke dîrokî bidin van êrişên li dijî nirxên mer û bi ser kevin.”