Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin 2022-11-20 11:08:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah hate qetilkirin.    Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamevanek hat qetilkirin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daxuyand ku nûçegihanê wan Îsam Ebdullah dema ku nûçe dişopand, di encama êrişa dewleta tirk de hat qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bombebaranê de gelek kesên xwestin alîkariya birîndaran bikin jî birîndar bûne.