Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand 2022-11-20 11:56:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa li dijî Kobanê de dewleta tirk nexweşxane hedef girt. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama bombebarana artêşa tirk a li dijî Girê Miştenûrê de Nexweşxaneya Koronayê bi temamî hat rûxandin.    Dewleta tirk şevê din di saetên dereng de gelek Kobanê, Şehba, Girê Spî, Dêrik û gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir. Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); dewleta tirk di êrişê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûrê hedef girt.    Hat zanîn ku dewleta tirk îro di danê sibehê de li dijî Girê Miştenûr, başûrê Girê Miştenûrê, Taxa Nû ya Kobanê û Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajêr 6 êriş pêk anîn. Di encama êrişa dewleta tirk de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûrê bi temamî hat rûxandin.