Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin 2022-11-20 12:13:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk ji şevê din ve êrişî herêmên Dêrik, Zirgan, Girê Spî, Kobanê û Şehbayê dike. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama êrişan de heta niha 11 sivîl û rojnamegerek hatine qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûn. 14 leşkerên rejîma Şamê jî jiyana xwe ji dest dan.    Dewleta tirk şevê din saetên dereng de û îro di danê serê sibehê de bi balafirên şer êrişî Kobanê, Girê Spî, Zirgan, Şehba û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi awayekî hemwext, Çiyayê Qendîlê yê Herêma Federe ya Kurdistanê jî bi dijwarî hat hedefgirtin. Di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de her wiha leşkerên rejîma Şamê jî hedef hatin girtin.    Li gorî agahiyên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya êrişan a heta niha hatiye aşkerakirin wiha ye:    DÊRIK   Li gundê Teqil Betil ê Dêrikê wesayîtek hedef hat girtin. Di encama êrişê de 2 kes hatin qetilkirin. Piştî êrişê, welatiyên herêmê xwestin bi hawara kuştî û birîndaran biçin, di wê navberê de dewleta tirk xelkê sivîl bombebaran kir. Di encama êrişa duyemîn de jî 7 sivîl hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn. Her wiha peyamnêrê ANHA’yê rojnameger Îsam Ebdullah jî hat qetilkirin.    ZIRGAN   Balafirên artêşa tirk gundê Til Hermel ê dikeve bakurê Zirganê û embarên genim ê gundê Dehir El Ereb ku dikeve bakurê rojhilatê Zirganê, bombebaran kirin.  Di encama bombebaranê de 3 kes hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn. Di heman bombebaranê de 3 leşkerên rejîma Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.    GIRÊ SPÎ   Noqteya hêzên rejîma Sûriyeyê ya li gundê Qizelî ya li rojavayê Girê Spî bû hedefa bombebarana artêşa tirk. Di encama êrişê de leşkerekî rejîma Şamê jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.    KOBANÊ   Rêya Cerablus û Daristana Kobanê yên dikevin rojavayê bajar, taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê dikeve rojhilatê bajar û Girê Miştenûrê hatin bombebarankirin. Îro di danê sibehê saet di 09.30’an de jî artêşa tirk dîsa êrişî Girê Miştenûrê kir. Di encama êrişan de nûçegihanê Stêrk TV’yê Mihemed Ceradê ku nûçe dişopand birîndar bû.    ŞEHBA   Artêşa tirk şevê din bi balafiran êrişî gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku noqteya hêzên rejîma Şamê lê bû, kir. Di encama êrişê de 10 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Ji ber ku li ser herêmê liv û tevgera balafiran didome, agahiyên zelaltir nehatine bidestxistin. Tê gotin ku dibe hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bin.   Her wiha liv û tevgera balafirên Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) a li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.