Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye 2022-11-20 12:44:56   RIHA - Maltaba Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê didomîne got: “Rêya jiyaneke biedalet; piştgirî, yekitî û pevretî ye."   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 622’yemîn de berdewam dike.    YEKITÎ Û PEVRETÎ   Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye nayê vekirin, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: "Li cîhanê rêya jiyaneke biedalet piştevanî, yekitî û pevretî ye."