Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin 2022-11-20 16:15:31   STENBOL – Di daxuyaniyên têkildarî êrişên Tirkiyeyê ev peyam hat dayîn: “Li dijî êrişkariya rejîma dagirker-mêtinger, dema wê ye ku em bibin barîkat û bi ruhê Kobanê rabin ser pêyan. Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin.”    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî ve bi meha ya “sûcên şer” dike û wiha hat gotin: “Artêşa mêtinger a ku nikare pêş bikeve, îcar jî berê xwe da Rojava.”    BANGA ‘RUHÊ KOBANÊ’   Bi domdarî ESP’ê destnîşan kir ku rejîma qesrê ku nekarî destûra dagirkirinê bigire, xwest êrişa li Taksîmê ji bo amadekirina bingeha êrişê bi kar bîne û wiha domand: “Lê belê ew jî di nava lepên xwe de hetikand. Ji bilî girseya wê, tu kesî baweriya xwe bi lîstika Taksîmê ne anî. Bi vê yekê re rûyê wê yê komploger, çeteger û kontrgerîla bêhtir aşkera bû. Êrişên hewayî yên dagirker jî bi mebesta ku xwe ji vê xitimînê xelas bike pêk anî. Eşkere ye ku hêzên emperyalîst ên Rûsya û DYA’yê jî ev êriş erê kirine. Ji bo ku ev êriş veneguherin êrişên bejahî, her tişt girêdayî helwesta gelê me ye. Dem dema wê ye ku em li dijî van êrişan bibin barîkat û bi ruhê Kobanê rabin ser pêyan. Dê dagirker têk biçin û gelên me yên berxwedêr bi ser kevin.”    HDK: KOBANÊ RÛMET E   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa li dijî Kobanê ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê nirxên gerdûnî lê hatibûn parastin, êrişeke li dijî mirovahiyê ye û bi mebesta zindîkirina DAIŞ’ê tên kirin. HDK’ê got ku Kobanê rûmet e, wan rûmeta xwe parastiye û dê biparêzin.   MECLISA JINAN A HDP’Ê: ÊRIŞA LI DIJÎ JIYANA AZAD   Meclisa Jinan a HDP’ê jî têkildarî mijarê bi sernavê “Êrişa li dijî Kobanê, êrişa li dijî jiyana azad û wekhev a bi pêşengiya jinê hatiye avakirin e!” daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP-MHP ne ewlehiya gelên Tirkiyeyê lê hewl dide ewlehiya xwe biparêze û ev tişt hatin parvekirin: “Em jin baş dizanin ku tekane rastiya ku li Rojava û Kobanê desthilatdariyê ditirsîne, modêla jiyana azad û wekhev e ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin. Ev êriş, di heman demê de nîşaneya bêçaretiya tifaqa şer a AKP-MHP’ê ye. Bi van êrişan re jiyana hevpar a bi pêşengtiya jinan li Rojava hatiye avakirin hedef tê girtin. Lê dê operasyonên derveyî sînor û polîtîkayên ji şer û nefretê diafirin dê emrê wan dirêj neke. Em ê jiyana nû ya li Rojava bi hev re biparêzin. Ji bo teşhîrkirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga me ji bo hemû jinên li Tirkiye û cîhanê ev ; werin em bi hev re jiyan û azadiyê biparêzin. Jin, jiyan, azadî.”