HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan 2022-11-20 16:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk de 5 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.    Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrişên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk di êrişên hewayî de navçeyên Til Rifet û Şerayê û gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Minix û Şêwerxayê ku penaber lê dimînin hedef girtiye û ev agahî dan: “Di êrişan de 5 şervanên me û 2 welatî şehîd bûn.”    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişan de zêdetirî 20 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane.