ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-21 09:00:48     * Endama NADA’yê Sewsen Mehmûd têildarî têkoşîna jinan wiha got: "Sedsala 21'emîn di pêşengiya jinên Rojhilata Navîn de tê birêxistinkirin. Di encama nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser jinan de, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ şoreş hat destpêkirin. Ez dikarim bi dilgermî bêjim ku jinên cîhanê çareseriyê di paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan de dibînin.”   * Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku yek ji rojeva sereke ya TJA û jinên kurd tecrîda ku veguheriye amûra tundiyê ye û got biryarên 4'emîn Konferansa Jinan a 24'ê îlonê li Êlihê hat lidarxistin, wê bi rêya komîsyonan bikevin meriyete.    * Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku yek ji rojeva sereke ya TJA û jinên kurd tecrîda ku veguheriye amûra tundiyê ye û got biryarên 4'emîn Konferansa Jinan a 24'ê îlonê li Êlihê hat lidarxistin, wê bi rêya komîsyonan bikevin meriyete.    * Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Hêlîn Işik diyar kir ku qeyûm 18 malên şaredariyê dane firotinê û got: "Dixwazin şaredariyê bêfonksiyon bihêlin.”    * Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik diyar kir ku qeyûm 18 malên şaredariyê dane firotinê û got: "Dixwazin şaredariyê bêfonksiyon bihêlin.”     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 623'yemîn de berdewam bike.    * MYK'a HDP'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojava û başûrê Kurdistanê bi awayek awarte dê bicive.    * Danişîna 19'emîn a Doza Kobanê dê di roja yekemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. Beriya danişînê Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan dê li ber girtîgehê daxuyanî bide. (10.00) ZINDÎ   * Li gelek bajaran dê êrişên Tirkiyeyê li dijî rojava û başûrê Kurdistanê were şermezarkirin. (11.00-17.00)     * OHD'a Stenbolê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dê serî li Baroya Stenbolê bide û pişt re têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyanî bide. (11.45-13.00)    * Li gelek bajaran dê rêxistinên jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de rêzeçalakiyan li dar bixin. (12.00-19.00)