Doza Malbata Dedeogûllari: Xalên têkildarî sûcê li dijî mirovahiyê esas nehatin girtin 2022-11-21 09:03:15 ENQERE - Parêzer Atîlla Kart ê ku doza Qetlîama Malbata Dedeogûllari wekî "darizandinek nederbasdar" nirxand, diyar kir ku xalên ku qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê bi rê ve dibin, esas nehatine girtin.   Heft ferdên malbata Dedeogûllari ku di 12’ê gulana 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê bi êrişa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalîk re rûbirû hatibûn hiştin. Ferdên malbatê ku nehatin parastin, di 30’ê tîrmeha 2021’an de ji aliyê kujer Mehmet Altun ve hatibûn qetilkirin.    BÊYÎ PARÊZERAN BIRYAR HAT DAYÎN    Danişîna biryarê ya doza qetlîamê di 17'ê mijdarê de ku kujer Mehmet Altun jê dihat darizandin, hat lidarxistin. Danişîn li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat lidarxistin. Heyeta dadgehê bi darê zorê ferdê malbatê Çetîn Dedeogûllari bi tenê maye û parêzeran ji eywana dadgehê derxist. Dadger danişînê berdewam kir û biryar eşkere kir. Ev biryara dadgehê wek "dixwazin qetlîama nijadperest bê veşartin" pênasekirin.    Dadgehê li kujer Mehmet Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari qetil kiribû 7 caran cezayê muebeda giran birî. Dadgehê derbarê bersûcên din de jî biryara beraetê da.    Ji parêzerên doza Qetlîama Dedeogullari Atîlla Kart, biryarên di 17'ê mijdarê de hatin dayîn nirxand û bal kişand ser helwesta heyeta dadgehê ya di danişînê de. Kart bal kişand ser "biryareke ku di warê hiqûqî, wijdanî û rewatiyê de bê bandor e" û got salek e di dozê de "darizandineke şiklî” hat kirin.    KUJER MEAŞÊ NEDIYAR STENDIYE    Kart bi bîr xist ku kujer Mehmet Altun beriya komkujiyê 70 roj li otêlên luks maye û got: "Lê belê ev qatil bêkar e, bê hêz e, lê 4-5 sal in meaşekî nediyar distîne." Kart diyar kir ku qeydên HTS’ê yên kujer Altûn li fermandariya leşkeriyê û midûriyeta polîsan derketine û wî ne bi serê xwe qetlîam pêk aniye û qetlîam bi awayek hûnandî pêk hatiye. Kart anî ziman ku divê qeydên HTS’ê yên kujer bên lêkolînkirin.    GILIYÊ HEYETÊ KIRINE    Kart da zanîn ku wan derbarê 4’emîn, 8’emîn û 9’emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Konyayê de bi hinceta binpêkirina erk û rayeyê û nebûna edaletê serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dane. Kart diyar kir ku xalên ku qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê bi rê ve dibin, nehatine bikaranîn.   MA / Firat Can Arslan