Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin 2022-11-21 10:06:32   RIHA - Endamê Konseya Hevserakatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe. Heke li Rojava serkeftinek bê bidestxistin, wê bibe serkeftina her kesî. Têkçûn jî dê bibe têkçûna her kesî. Lewma divê hemû kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin.”    Endamê Konseya Hevserokatiyê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelî têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand. Xelîl, diyar kir ku dewleta tirk di çarçoveya polîtîkaya dagirkeriyê de tevdigere û AKP-MHP hewl didin di hilbijartinên 2023’yan de bi ser kevin.   ‘DEWLETA TIRK JI KRÎZÊ SÛD DIGIRE’   Aldar Xelîl bi bîr xist ku bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re dewleta tirk her tim dest li Sûriyeyê werda û wiha got: “Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Dewleta tirk naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî pêk were û naxwaze krîz bi dawî bibe. Ji krîzê sûd digire.”    ‘BOMBE LI CIHÊN SIVÎLAN BARANDIN’   Bi domdarî Xelîl anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li gel dirêjkirina krîza Sûriyeyê, her wiha dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û ji bo karibe nîşan bide ku 'serkeftineke mezin' bi dest xistiye, dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve bixapîne. Xelîl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî balafirên bombebarkirî yên bêmirov, nêzî 50 balafirên şer û cureyên cuda yên çekan bi kar anîn. Cihên ku êriş birin ser ku der bûn? Qadên sivîlan bûn. Bala xwe bidinê, bombe li depoyên genim, santrala ceyranê û nexweşxaneyê barandin. Anku hemû jî qadên sivîlan e. Ev yek rastiya wan radixe pêş çavan."   ‘BI ÊRIŞAN TÊKOŞÎNA ME LAWAZ NABE’   Di berdewamê de Xelîl destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk dê tu carî nekarin têkoşîna wan lawaz bikin û wiha domand: “Wê tu carî nikaribin paşve gavê bidin avêtin. Berevajî, israra me ya di serkeftinê de mezin dike. Êrişa bi ewqas balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî, dibe sedem ku têkoşîna bi hev re ya neteweyan bê xurtkirin û helwest li dijî van êrîşan bê nîşandan."   ‘BI DESTÛRA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ÊRIŞ KIRIN’   Xelîl bal kişand ser hevkarên êrişa dewleta tirk û ev nirxandin kir: “Niha rastiyeke bi vî rengî heye. Dewleta tirk bêyî ku destûra hêzên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê bi bandor, nikare êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em dizanin ku heta ew nebêjin 'temam', nikarin êriş bikin. Ev yek aliyekî mijarê ye. Xusûsa duyemîn jî ji xwe di çapemeniyê de hate weşandin. Roketên ku bi kar anîn ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine çêkirin. Balafirên ku bi kar tînin ji xwe yên wan in, roketên diavêjin jî yên wan in. Ev jî nîşan dide ku van hêzan ji tirkan re negotine 'na'. Berevajî vê yekê dengê xwe nekirine û rê dane. Bi vî rengî tê fêhmkirin ku hevparê êrişên li ser herêma me ne."   ÇALAKIYÊN GEL SILAV KIR   Her wiha Xelîl çalakiyên li dijî êrişên dewleta tirk ên li welat û derveyî welat silav kir û ev tişt anî ziman: “Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê kurd, her wiha ereb, suryan û hemû pêkhateyên ji netewe û baweriyên cuda daketin qadan. Ev yek jî serkeftina projeya neteweya demokratîk radixe pêş çavan. Nîşan dide ku xwedî li rêveberiya herêmê derdikevin. Heke gelên herêmê bi hev re dakevin qadan, êrişan şermezar bikin û xwedî li destketiyan derbikevin, hingê divê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re amade bin. Şerê Gel demekî dirêj e di perwerde, civîn û pratîkê de di rojeva me de ye. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, her wiha ji aliyê civakî, dîplomasî, çandî û hunerî ve di rojeva me de ye. Gelekî bi vî rengî xwe xwediyê şoreşa xwe dibîne û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê jî amadekariyê dike."   ‘DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÎ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN’   Herî dawî jî Xelîl ji bo hêzên kurdistanî wiha got: “Heke li Rojava serkeftinek bê bidestxistin, wê bibe serkeftina her kesî. Têkçûn jî dê bibe têkçûna her kesî. Ji ber vê jî hêzên kurdistanî hemû çiqasî hêza xwe hebin divê xwedî li van destkeftiyan derkevin. Me mînaka vê dîtin. Li Kobanê hêzên kurdistanî, her wiha hêzên derve jî xwedî li berxwedanê derketin. Heman nêzîkatî li Şengalê jî hate nîşandan. Niha jî ji hêzên kurdistanî û hêzên demokratîk tê xwestin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin."