Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin 2022-11-21 12:13:40   STENBOL - Derket holê ku di îfadeyên Ehlam Elbeşîr de ya tê îdiakirin teqîna Taksîmê pêk aniye bi hêceta ku ji OSO’yê re casûsî kiriye ji aliyê YPG’ê ve hatiye girtin.    Li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê teqîn pêk hat û di teqînê de 6 kes mirin û 81 kes birîndar bûn. Tê îdiakirin ku Ehlam Elbeşîr bombe daniye cadeyê, ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hat binçavkirin.    JÊPIRSÎNA XEYRÎ FERMΠ   Elbeşîr piştî ku hat binçavkirin bi awayek xeyrî resmî jêpirsîna wê hat kirin. Ji aliyê medya îktidarê ve hat îdiakirin ku Elbeşîr qebûl kiriye ew YPG’yî ye û van agahiyan emniyetê bo medya îktidarê serwîs kiriye. Elbeşîn di îfadeyên xwe de wiha îdia kiriye: “Kesê bi navê Hacî li qelebalixiyê nihêrî û fermana teqandinê da. Piştî wê fermanê ez jî ji ser bankê rabûm û min bombeyê teqand.”    DI ÎFADEYA DOZGERIYÊ DE EMNIYETÊ DEREWAND    Lê belê Elbeşîr di îfadeya xwe ya dozgeriyê de emniyetê diderewîne û got: “Dema ez li wir bûm kesê bi nasnavê Haci telefon kir. Got, ‘çente deyne û ji wir bireve’. Min destê xwe da çente û tiştek nerm têde bû. Li serê cips filan hebûn. Di bin de jî tiştek nerm hebû. Min jî qey got tiryak e.”    ‘EZ JI ALIYÊ YPG’Ê VE HATIM GIRTIN’    Qismek din jî îfadeyên Elbeşîr derketin holê. Li gorî îfadeyê Elbeşîr destnîşan kiriye ku kekê wê fermandarê payebilind ê OSO’yê ye. Elbeşîr aniye ziman ku ew û xwişka xwe di sala 2017’an de çûen Minbicê û ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya casûsî kiriye hatiye binçavkirin û girtin. Elbeşîr di îfadeya xwe de wiha îdia kir: “Ez mehek di girtîgeha Minbicê de mam. Piştî ez ji girtîgehê derketim, li min geriyan û gotin ‘tu yê bi Haci re hevdîtin bikî’. Gotin tu ji OSO’yê re dixebitî. Piştî çend hefteyan şûnve min birin cem Haci. Vê carê çavên min vekirîbûn. Li ser laşê wî ku dihat dîtin, deq (dovme) hebûn. Ji min re gotin tu casûsiyê ji OSO’yê re dikî û min tirsandin ku wê zirar bigihîje malbata te.”