Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn 2022-11-21 13:17:26   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aşkera kir ku li herêma Egeyê di 9 mehên dawî de 573 binpêkirinên mafan qewimîn û bang kir ku ji bo parastina mafên mirovan di serî de perwerdehiya bi zimanê dayikê divê mafên zarokan bên parastin.    Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin axivî.    Aydin, diyar kir ku ji bo her zarok weke kesekî xwedî maf, wekhev, azad û birûmet bijî divê ev yek bi israr bên parastin û wiha got: “Lê li welatê me û hemû cîhanê mafên bingehîn ên zarokan di bin xetereyê de ne. Zarok li hemû cîhanê zarok bi îstîsmara zayendî, karkerî, girtin, zewaca bi temenê biçûk, bi zorê xebitandin, nexweşiyan, gefan re rûbirû dimînin.”   Aydin, bi lêv kir ku her 15 saniya carekê zarokek ji ber nikarin xwarinê peyda bikin jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Peyda nekirina xwarinê li ser bi milyonan zarokan bandorê dike. Tevî ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Zarokane jî bi pêkanînên heta niha polîtîkayên bingehîn ên têkildarî parastina zarokan nexistine meriyetê.” Aydin, bang li rayedarên Tirkiyeyê kir û got: “Em dixwazin îhtîrazên ku danîne ser xalên 17, 29 û 30’an ên Peymana Mafên Mirovan rakin û mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya kêm neteweyên li Tirkiyeyê dijîn bê dayîn.”   Aydin, da zanîn ku li herêma Egeyê di 9 mehên dawî de 573 binpêkirinên mafan qewimîn e û binpêkirinên mafan rêzkirin.