Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist 2022-11-21 15:30:29   WAN - Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê li Wanê panela “Di îslamê de ked, şatî û edalet” li dar xist. Di panelê de hat gotin ku divê ku alim li dijî kesên dîn îstîsmar bikin bên cem hev.    Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê panela "Di îslamê de ked, aştî û edalet" li dar xist. Endamên komîsyonê Dîba Keskîn, Emîn Ay û Îbrahîm Sungur beşdarî panela ku li Salona Konferansê ya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Azîz Yural a Wanê hat lidarxistin bûn. Parêzer Abdulbasit Bîldîrîcî jî moderatoriya panelê kir. Gelek alim û mela beşdarî panelê bûn. Li salona ku panel lê hat lidarxistin; pankart hatin daliqandin.    ‘LI GORÎ XWE DÎNEK AVA ÇÊKIRINE’    Endamê Komîsyonê Emîn Ay di destpêka panelê de axivî û diyar kir ku HDP siyaseta rojane nake û armanca HDP’ê çareserkirina pirsgirêkên civakî ye û wiha got: “HDP her tim bûye xwedî polîtîkaya baweriyê. Ji wê demê ve wisa bûye. Di kevneşopiya siyasî ya ku HDP berdewama wê ye, her tim komîsyoneke baweriyê heye. Niha ji bo ku xebatên li ser vê mijarê baştir bên meşandin, hin tablo hatine amadekirin. Armanca me ew e ku em pirsgirêkên civakê ragihînin û çareser bikin. Maseya Îslamê dê li dijî kesên ku baweriyên olî yên civakê îstîsmar dikin têbikoşin û îstismara olê derxe holê. Îslam zilm û zordarî qedexe dike. Kiryarên ku li ser navê Îslamê tên kirin, di Îslamiyetê de cihê xwe nagirin, kuştina kesekî, piştî kuştinê bi rojan li kolanan li ber çavên zarokên xwe man, di Îslamiyetê de cihê xwe nîne. Kesên ku diyar dikin ku ew li ser rêya olê ne, polîtîkayên ku bi Îslamê re li hev nayên dikin, ev jî nîşan dide ku axaftina wan çiqasî pûç e. Ji xwe re olek ava dikin û jê re dibêjin Îslam."   ‘LI SER NAVÊ ÎSLAMÊ DEWLEMND DIBIN’    Endama Komîsyonê Dîba Keskîn jî bal kişand ser girîngiya ol û alimiya di civakê de û anî ziman ku civak bi zanayên xwe heye û got: “Divê mirov li gorî ziman û çanda civakê tevbigere, ji ber vê yekê alim xwedî roleke girîng in. Civakek bêalim nabe, divê alim ji bo civakê bixebitin. Ji bo vê yekê Maseya Îslamê ev 2 sal in kar dike. Me lêkolîn li 15 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Îro dema ku hin kes bi dîn û baweriyê ji xwe re mal û milk distînin û li serê dewlemend bûne li aliyê din jî beşek civakê feqîr dibe û tenê dikare nanê pîvazan dibîne û em vê yekê qebûl nakin.”   ÊRIŞAN ŞERMEZAR KIR    Herî dawî  Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê û endamê Komîsyonê Îbrahîm Sunkur bi şermezarkirina qetlîamên li dijî sivîlan dest bi axaftina xwe kir û destnîşan ku bi tu armancê nikarin sivîlan bikujin û got: "Ez van êrişên li dijî kesên bêçek, gundî û gundan şermezar dikim. Li ser navê îslamê gelê me feqîr dikin û li gel dimêtin.”