Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn 2022-11-21 15:51:10   AMED – Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan ên şerên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn. Bi boneya roja dawî ya şînê, ji bo Sarûhan û Yavûz mewlîd hatin dayîn û dua hatin kirin.   Di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk a di sala 2016’an li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan jî Ferhat Sarûhan (Canfeda Bismil) bû. Piştî ku nasnameyên endamên HPG’ê hatin eşkerekirin, malbata Sarûhan şîna xwe danî. Şîn li Mizgefta Şex Seîd a li gundê Heciyana Kurmanc hat danîn û îro bi boneya rakirina şînê, mewlîd hat dayîn. Şandeyeke ji endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên Karaz, Farqîn, Bismil, Xana Akpar, Peyas, Sûr, Rêzan, Yenîşehîr û Hezroyê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê û ji gelek welatiyan pêk dihat, çûn serdana malbatê û tev li mewlîdê bûn.    Di mewlîdê de ji ewil bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî mewlîd hat xwendin û dua hatin kirin.    Hevserokê MEBYA- DER’ê Şeyhmûz Karadag di mewlîdê de axivî û wiha got: “Gelê kurd bi sala ye li dijî dagirkeriyê têdikoşe. Li dijî gelê me çekên kîmyewî tên bikaranîn û êriş li ser Rojava çêdibin. Hemû dewlet jî li dijî vê bêdeng in û dibin hevkarên êrişan. Lê divê bê zanîn ku Kobanê duh neket û îro jî û sibe jî dê nekeve. Di şexsê şehîd Sarûhan de em ji bo malbatê û gelê kurd sersaxiyê dixwazin.”    ŞÎNA YAVÛZ JÎ HAT DANÎN   Her wiha di encama êrişa dewleta tirk a li dijî herêma Metînayê de endamên HPG’ê Ahmet Yavûz (Milîtan Heqî), Nevşan Kanbûr (Nejen Mêrdînê) û Hamza Aykût  (Serxwebûn Baz) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata Yavûz a li navçeya Bismilê piştî eşkerekirina nasnameyan, li mala xwe ya li Bismilê şîn danî û îro bi minasebeta roja dawî ya şînê, mewlîd da. Saziyên ku tev li mewlîda ji bo Sarûhan bûn, piştre jî tev li mewlîda Yavûz bûn.    Li vir jî mewlîd hat xwendin û dua hatin kirin.