Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve 2022-11-21 16:36:45 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Kobanê neket û wê nekeve.”    Tirkiye êrişî bajarên rojavayê Kurdistanê dike, hemwext êrişî başûrê Kurdistanê jî dike. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êriş hatin protestokirin.    WAN   Rêxistina HDP’ê ya Wanê, Rêxistina DPB’a Wanê, Dayikên Aştiyê û TJA li ber avahiya HDP’a Navçeya Artemêtê li dijî êrişan kom bûn. Gelek kes tev li daxuyaniya protestoyê bûn. Polîsan derûdora avahiya HDP’ê dorpêç kir. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan ji nava dorpêçê derket û xwest daxuyanî bide lê polîsan ew asteng kir. Girseyê dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di kêliya ku Orhan diaxivî de polîsan li hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn da.  Polîsan êrişî girseyê kir û belavkarê rojnameya Xwebûn û Yenî Yaşamê Şakir Bedîr kirin binçavan.    GEVER    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Geverê jî xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan derûdora HDP’ê dorpêç kir û destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiyê welatî derketin şaneşîna avahiya HDP’ê û bi berzkirina dirûşmeyan helwesta polîsan protesto kirin. Polîsan bi dengê sîrenê xwestin dengê çalakgeran bitepisînin. Her wiha polîsan rojnamevanên nûçe dişopandin jî asteng kirin.    Tevî dengê sîrenê jî Rêveberê HDP’ê Emîn Ertûş daxuyanî da û destnîşan kir ku armanca êrişan ew e ku DAIŞ’ê û bermayiyên wê ji nû ve bên zindîkirin. Ertuş diyar kir ku kurdan axa tu kesî dagir nekiriye, gefê li ewlehiya kesî nexwarine û yên dagirkeriyê dikin DAIŞ’ê û hevalbendên xwe ne.   EDENE   Rêxistina HDP’a Edeneyê û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî yên Edeneyê hewl dan li ber avahiya HDP’a Navçeya Çûkûrovayê daxuyanî dan lê polîsan daxuyanî asteng kir. Polîsan tundiyê li welatiyan kirin. Polîsan di vê kêliyê de li nûçegihanê rojnameya Evrenselê Volkan Pekal dan.    Polîsan êrişî girseyê kir û hevserokên HDP’a Edeneyê jî di nav de herî kêm deh kes birîndar bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş axivî û destnîşan kir ku ew naxwazin ku Tirkiye biçe axa welatek din dagir bike.    HATAY    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe daxuyanî da û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û xwest êrişên Tirkiyeyê demildest bên rawestandin. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Erzîn û Dortyolê yên Hatayê jî liber avahiyên xwe daxuyanî dan û êriş protesto kirin.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî xwest li dijî êrişan li Parka Zarokên Azad daxuyanî bide. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP’ê ya Bajêr dorpêç kirin û destûr nedan kes biçe avahiyê û jê derkeve. Polîsan biryara qedexeya walîtiyê ya çalakiyan hêcet nîşan da. Li ser astengkirinê girseyê li ber avahiyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseyê dirûşmên wek “Kobanê neket û wê nekeve”, “Kobanê hêvî ye, hêvî li ser pêya ye” û “Bijî berxwêdana Kobanê” berz kirin.    Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz daxuyanî da û biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê û êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û destnîşan kir ku tu feydeya van polîtîkayên şer li gelan nabe û got: “Kobanê neket û wê nekeve.”