Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan 2022-11-21 17:58:46   WAN - Nûçegihanê Yenî Yaşamê Şakîr Bedîr ku ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê şermezar bikin li ber avahiya HDP'ê ya Artemêtanê kom bûn. Girseyê li dijî astengiyênpolîsan dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kir. Gava girseyê ev dirûşme berz kir, polîsan êriş bir ser.    Nûçegihanê Yenî Yaşamê Şakîr Bedîr ku gava êrişên polîsan tomar dikir, polîsan lê da û ew binçav kirin. Bedîr piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hat berdan.