ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN 2022-11-22 09:00:07 * Aktîvîsta mafên jinan Tooba Lutfî diyar kir ku astenga herî mezin a li ber pergala Talîban têkoşîna jinan e û wiha got: “Niha em weke li Îranê berxwedaneke baş nikarin nîşan bidin lê em hêdî û ji kûr ve xwe bi rêxistin dikin, em ê di nava demê bi awayekî baş werin. Ji bi hev re ne, armanc diyar e.”   * Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan der barê wêjeya kurdî de destnîşan kir ku dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye û got: “40 sal e şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qas ew şer vegotiye?”   * Li Şirnexê jinên ku li hemû qadan li dijî hişmendiya serdest a mêrî têdikoşin gotin: "Jin, jiyan û azdî ye. Divê em li dijî neheqî û tundiya mêran bibin yek."    * Hevserokê DAD’ê Mûsa Kûlû, avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çandê de weki projeyeke "tunekirina civat û baweriyên cuda yên wekî kurd û elewiyan" nirxand û wiha got: "Divê em wisa li vê projeyê mêze bikin. Beriya niha çi rû dabe, di siberojê de jî dê rû bidin."  * Parêzer Yaşar Kaya ku bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku armanca vê tecrîdê pêşîgirtina li ber belavbûna fikirên Ocalan e ku negihn Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.    * Girtiyê nexweş Emîn Guler ku di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de ye û ji sedî 94 rapora wî ya astengdariyê heye nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 624’an de berdewam dike.    * Rûniştina 2’yemîn a danişîna 19’an a Doza Kobanê dê li Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)    * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Îzmîrê dê bidome. (11.00-15.00)   * Tifaqa Ked û Azadiyê dê têkildarî hevdîtina bi gel re ya di 3’yê kanûnê de li avahiya HDP’a Îzmîrê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Şaxa TUHAY-DER a Wanê dê li postaxaneya navendî ji bo jinên girtî qertan bişîne. (11.00)   * Doza Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsan a Reyhan Çapan li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)     * Doza Hevgerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin Huseyîn Aykol, Zana Kaya, Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (11.25 )    * Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dê ji Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci re nameyê bişîne û li pêşiya Postaxaneya Sîrkeciyê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Koma Parlamentoyê ya Jinan a HDP’ê dê Civîna Koma Meclisê li dar bixe. (12.45)   *MKGP û DFG dê têkildarî Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah ku di encama êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê dê li eywaneke dawetan a li Mûşê panelê li dar bixe. (13.00)   * Bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (13.00)   * Doza Ridvan Bayram ku Berîvan Bayram qetil kiribû dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê lidarxistin. (14.30)