Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome 2022-11-22 10:48:44   * Weysî Tallî   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Bûldan anî ziman ku rejîma Îranê ji bo serildana li Rojhilat û Îranê bide rawestandin dest bi êrişên bi çekan kiriye û wiha got: “Berxwedana gel a li dijî êrişên çekdarî yên rejîma Îranê xurtir didome.”   Rojnamevan Keser Bûldan ku bûyer û pêşketinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji nêz ve dişopîne rewşa dawî ya serhildanê û êrişên rejîma Îranê ya li ser xwepêşandana bi taybet herêmên kurd lê dijîn axivî.    ‘SÊ MEHE SERHILDAN BÊ NAVBER DIDOME’   Rojnamevan Keser Bûldan anî ziman ku berxwedana gelên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadiyê ya li hemberî rejîma komarî ya Îslamî kete meha xwe ya sêyan û wiha got: “Li rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve li tevahiya rojhilatê Kurdistan û îranê serhildan dibin pêşengtiya jinê de û bi duruşma ‘Jin, jiyan, azadî’ heta niha jî didome. Mirov dikare bêje ev serhildan ne wek serhildanên berê ye, ji ber ku ev serhildan ji rojhilatê Kurdistanê derbasî hemû Îranê bûye. Bi qetilkirina Jîna Emînî re gelê kurd pêşengtiya vê serhildanê kir û ev serhildan ev nêzî sê mehane berdawam e.”   ‘ŞERÊ KOLANAN DEST PÊ KIRIYE: NÊZÎ 60 KES ŞEHÎD BÛNE’   Bûldan bal kişand ser êrişên bi çek ên hovane yên li hemberî xwepêşandanan bi taybet li herêmên kurd lê û wiha domand: “Ev çend roje li rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî li bajarên wek Ciwanro, Sine, Pîranşar û Mahabadê şerê kolan bi kolan hatiye destpêkirin. Hêzên rejîma Îranê yên ku bi hemû hêza xwe dixwaze bikeve van taxan, her tim rastî berxwedana gel tê û nikarin bikevin wan cihên ku di destê çalekgeran de ne. Di şerê van 4 rojan de ku bi taybet jî li bajarên kurdan di nêzî 60 welatî şehîdû bi sedan jî birîndar bûne. Heta niha jî şerê kolan bi kolan li rojhilatê Kurdistanê li hemberî rejîma Îranê didome. Berxwedana gel a li hemberî şerê bi çakan xurtir bûye.”   ‘SERHILDANÊ REJÎM TIRSANDIYE’   Bi domdarî Bûldan got ku serhildanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dest pê kirin, veguherîne coşeke kolan bi kolan a bi îrade û biryardariya gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê. Bûldan diyar kir ku niha gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê li hemberî rejîma Îranê li ber xwe dide û wiha domand: “Gel, bi van serhildanên xwe rejima Îranê tirsandiye, lewma rejîm bi hemû hêza xwe êrişî gel dike.”   ‘JIN Û CIWAN PÊŞENGTIYA SERHILDANÊ DIKE’   Di berdewamê de Bûldan bibîr xist ku ev serhildan bi pêşengtiya jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Tevî girtin, qetilkirin û îşkenceyan jî serhildana gel a ku bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirî, bi pêşengtiya jin û ciwanan berdewam dike. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî hêzên taybet û çekdarên besîcî li hemberî gel tên bikaranîn û hemû bajarên kurdistan û Îranê dorpêç kirine. Di dema serhildana gel a li bajarên Kurdistanê de hêzên rejima Îranê gelek caran bi çekên giran ên wek bîksî, kaleşnîkof û heta doçkayan bi kar tîne.”    ‘GELEK KES HATINE QETILKIRIN Û GIRTIN’   Rojnamevan Bûldan amarên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bibîr xist û ev nirxandin kir: “Di xwepêşandanên seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê de 378 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 43 zarok û 26 jî jin hene. Ev hejmar ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ve hatiye diyarkirin lê hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê nehatiye piştrastkirin. Ji ber ku li gor agahiyên ku ji herêmê tên dibêjin hêjmara kesên ku heya niha jiyana xwe jidest dane ji 500 kesî zêdetire. Li aliyê din hejmara kesên hatine girtin hezarî derbaskiriye.”   ‘GELEK KES LI BER SÊDARÊ NE’   Bûldan anî ziman ku gelek kes û dîsa girtiyên siyasî li ber metirsiya darvekirinê ne û heta rojên borî hinek çalakvan bi cezayê darvekirinê hatibûn cezakirin. Bûldan, axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha gelek zext li ser rojnamevanan hene. Heta niha zêdetirî 100 rojnamevan hatine girtin. Tevî ku gelek rojnamevan hatin girtin jî, berxwedan û serhildana gel nesekinî û deng û rengê wan giha cîhanê. Her kesek bi rêya telefonê dîmen û agahiyên li qadê rû didin weke rojnamanekê/î digihîna cîhanê. Xetên înternetê hemû hatine birîn û di girtina agahiyan de zehmetî hene. Bi rêya sîstema VPN li ser Twîtter û Telegramê agahî tên parvekirin û ew jî gelek carî tê sînordarkirin.”