‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’ 2022-11-22 11:22:33 AMED -  Endamê MYK’a DBP’ê Farûk Tatli diyar kir ku armanca dewleta tirk ên ji êrişên li dijî Rojava tenê hilbijartin nîne û wiha got: “Êrişên li dijî Rojava, dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî gelê kurd e. Divê kurd ji hêza xwe bawer bin. Serkeftin a gelê me ye.”    Dewleta tirk di derengiya şeva 19’ê mijdarê de bi balafirên şer êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê kmir. Di êrişê de qadên sivîlan hedef hatin girtin û herî kêm 13 sivîl hatin qetilkirin. Ji ber êrişên dewleta tirk, ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bertekên tund hatin nîşandan. Tekildarî mijarê  Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Farûk Tatli bi ajansa me re axivî û got ku ev êriş li dijî hemû kurdan hatiye kirin.     ‘KOBANÊ NEKET LI BER XWE DA’   Farûk Tatli bal kişand ser têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di salên 2011’an de û got ku vê têkoşînê bi xwe re Şoreşa Rojava anî ku bo hemû cîhanê bûye mînak. Bi domdarî Tatli gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên di dema berxwedana Kobanê de ku digot; “Kobanê hat ket ha dikeve” û ev tişt anî ziman: “Lê Kobanê neket û li ber xwe da. Bi berxwedana Kobanê re hevkarê wan DAIŞ têk çû. Hemû cîhanê dizanî ku DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyeyê êriş dikirin. Tirkiyeyê ji her alî ve piştgirî da DAIŞ’ê.”   BIRYARÊN MGK’Ê   Di berdewamê de Tatli biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Bi azadkirina Kobanê û serkeftina kurdan a di hilbijartina 2015’an re Tirkiye di şerê derûniyê de têk çû. Piştî vê têkçûnê, Tirkiyeyê biryarên MGK’ê yên di sala 2014’an de girtibûn xist meriyetê. Li dijî kurdan şerê taybet da destpêkirin. Ew şerê taybet heta îro jî didome. Piştre jî êrişî Efrîn, Cerablus û Serêkaniyê kirin û dagir kirin. Piştre jî ji bo êrişeke li dijî tevahiya Rojava amadekarî kirin. Di vê çarçoveyê de bi DYA û Rûsyayê re hevdîtin kirin. Rûsya ji ber şerê Ûkraynayê tengijiye û ji bo ku xwe ji vê tengijîne derîne jî pêşiya Tirkiyeyê vedike. Bi vî awayî bazareke qirêjî li ser kurdan tê kirin. Ev bi hezaran sala ye kurdan qir dikin û niha jî dixwazin projeyên nû li ser kurdan çêbikin.”    ‘JI BO XWE JI ALOZIYAN XELAS BIKIN ÊRIŞÎ KURDAN DIKIN’   Bi domdarî Tatli destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji bo bikare xwe li krîz û aloziyan xelas bike, êrişî kurdan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi wan êrişan dixwaze xwe li ser lingan bigire. Bi qetilkirina kurdan dixwaze di hilbijartinê de bi ser keve. Ji hêla aborî, siyasî û civakî ve krîzeke mezin dijîn û nikarin welêt birêve bibin. Êdî mafya û tiryarkfiroş welêt birêve dibin û dixwazin bi qirkirin û dijminatiya li kurdan xwe li ser pêyan bigirin. Divê gelê tirk ji vê fedî bike. Heta ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurdan çareser nebe, ne demokrasî pêş dikeve û ne jî aborî baş dibe. Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û kurd azad bibin.”    ‘DIVÊ GELÊ KURD JI HEZA XWE BAWER BE’   Tatli, bi lêv kir ku armanca êrişên dewleta tirk ne tenê hilbijartin e û wiha derbirî: “Hilbijartin, tenê parçeyeke biçûk e.  Dijminatiya dewleta ya li dijî kurdan e. Vê dewletê hebûna xwe li ser dijminatiya li kurdan ava kiriye. Anku tenê planeke AKP-MHP’ê ya hilbijartinê nîne. Plana dewletê û ya hêzên navdewletî ye. Projeyên hêzên navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn hene. Gelê kurd jî mejiyê dewletê baş nas dike. Di sala 2014’an de jî ji bo êrişên nû MGK’ê biryar dan. Lê divê gelê kurd ji heza xwe bawer be. Me ev hêz, di şerê Kobanê û Şoreşa Rojava de dît. Kurd, ev 40 sal in bi hêza xwe li ber xwe didin. Em kurd ne tenê li dijî dewleta tirk lê li dijî hêzên navdewletî li ber xwe didin. Lewma divê em li benda kesekî nebin, ji hêza xwe bawer bin û yekitiya xwe xurt bikin.”    ‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ KES BÊDENG DIBE’   Tatli, diyar kir ku li Tirkiyeyê dema mijar dibe kurd kesen ku ji xwe re dibêjin demokrat û muxalîf jî dengê xwe dernaxin û wiha got: “Ev 40 sal in li Kurdistanê şer heye. Xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê ev derdor bêdeng in. Ev jî ji bandora nîjadperestî û tirkîtiyê ye. Ji ber gotina ‘dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn’, Şebnem Korur Fîncanci girtin. Lê partiyên muxalîf piştgirî dan desthilatdariyê. Partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de li dijî vê derketin û me bi hev re daxuyanî dan lê ev yek kêm e. Divê dengê xwe bêhtir bilind bikin û piştgiriyeke xurtir bidin.”    ‘EDÎ KÊRÊ HESTÎ JÎ DERBAS KIR’   Di dawiya axaftina xwe de Tatli anî ziman ku armanca dewletên ya ji êrişan têkbirina vîna kurdên azad e û ev tişt anî ziman: “Divê gelê kurd baş bizane ku êrişên heyî ne tenê li dijî gelê Rojava, Başûr û PKK’ê ne. Dixwazin li ser axa Kurdistanê koletiyê pêşbixin û osmaniya nû li kurdan ferz bikin. Jixwe Kurdistan ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin. Lê armanca ji van êrişan ew e ku vîna kurdên azad têk bibin. Dixwazin ruhê berxwedan û azadiyê tune bikin. Anku heke kurd li gerstêrka Marsê jî tiştekî ava bikin, dê ev dewlet êrişî wir bike. Ji ber ku kurdên azad û serbixwe naxwaze. Divê ew êriş wisa bê fehmkirin. Siyasetmedarê kurd xistin zindanê, konseren hunermendên kurd tên qedexekirin. Anku ji her alî ve êriş dike. Edî kêrê hestî jî derbas kir. Ji ber wê divê em li ber xwe bidin. Dê ev desthilatdarî di hilbijartinê de jî têk biçe û serkeftin dê bibe para me.”    MA / Mahmût Altintaş