Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin 2022-11-22 13:04:28   RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 624’an de berdewam kir. Malbatê di çalakiya îro de wiha got: “Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe yê dengan winda dike jî berdin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 624’an de berdewam kir. Dayika Emîne ji ber ku nexweş bû nekarî tev li çalakiyê bibe lewma Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe nobetê didomîne.    'DAXWAZA ME EDALETE’    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Me ji xwe bawer kir û da ser rêyeke dûvdirêj. Daxwaza me edalet e. Bi têkoşîna me re rastî derketin holê. Em li benda biryareke biedalet in ku dê niha ji dadgeha îstînafê derkeve. (Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe yê dengan winda dike jî berdin...)”