Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan 2022-11-22 13:06:58   ENQERE - Pentagonê, diyar kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyeyê gefan li armanca têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixwe, Parlamentoya Ewropa û Rûsyayê jî bang li Tirkiyeyê kir ku gavên zêde neavêje.    Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Rûsya û Almanyayê, têkildarî êrişên dewleta tirk ên bi bialafirên şer di 20’ê mijdarê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin daxuyanî dan.     PENTAGON: JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê GEFEKE    Pentagonê di daxuyaniya ku nivîskî da de wiha got: “Wezareta Parastinê li dijî hemû çalakiyên leşkerî ku rewşa Sûriyeyê bêîstîkrar dike û bi hikumeta Iraqê re nehatiye koordînekirin derdikeve. Ev çalakiyên wiha gefan li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê dayîn dixwe.”   Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha gotÇ: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rageşiya li Sûriyeyê kêm bike. Em li dijî çalakiyên leşkerî yên serweriya Iraqê binpê dikin û bi wê re nehatine koordînekirin derdikevin.”   RÛSYA Û FRANSAYÊ JÎ DAXUYANÎ DAN    Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîna Colonna jî têkildarî êrişên dewleta tirk wiha got: “Ne cara ewil e ku Tirkiye êrişî dewleteke din dike. Her carê em fikarên xwe tînin ziman û banga hestiyariyê dikin. Em fikarên Tirkiyeyê fêm dikin lê wiha nayên çareserkirin.”   ‘JI ÊRIŞAN AGAHIYA ME NÎNE’   Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Alexander Lavrentyev jî diyar kir ku dewleta tirk beriya êrişê tu agahî nedane wan û wiha got: “Em bang dikin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin û Tirkiye gavên zêde neavêje.”   ALMANYA: WINDAHIYÊN SIVÎLAN BIFIKAR IN    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Chrîstopher Burger jî wiha axivî: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigire. Ev yek bi taybetî parastina sivîlan digire nava xwe. Û piştî êrişên Tirkiyeyê windahiyên sivîlan gelek bifikar in.”   AP: EM TIRKIYEYÊ VEDIXWÎNIN GAVEKE ZÊDE NEAVÊJE    Seroka Parlamentoya Ewropayê (PE) Roberta Metsola ku di vekirina civîna Lijneya Giştî ya PE’yê kul i bajarê Strasbourg ê Fransayê hate lidarxistin de axivî, diyar kir ku êrişên dewleta tirk dibin sedemê xwîn rijandinê û wiha bang kir: “Em bang li meqamên tirk dikin ku gaveke zêde neavêjin û rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigirin.”