Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin 2022-11-22 13:21:31   WAN - Danişîna ewil a doza derbarê rojnamevan Ferhat Çelîk û Îdrîs Yayla da hatibû vekirin, hat lidarxistin.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlona 2020’an de leşker derketibûn operasyonê û Servet Tûrgût û Osman Şîban kiribûn binçavan. Leşkeran her du welatiyan ji helîkopterê avêtibûn û her du jî bi giranî birîndar bûbûN. Tûrgût piştî demekê jiyana xwe ji dest dabû.     Dozger Îsmaîl Koker derbarê Turgut û Şîban de biryara binçavkirinê dabû û heman dozgerî derbarê rojnamevanên nûçeyên bûyerê çêkiribûn de biryara binçavkirinê derxist. Heman dozgerî derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla de doz vekiribû. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê danişîna ewil a doza Çelîk û Yayla li dar xist.    'ME KESEK HEDEF NÎŞAN NEDAYE’    Ferhet Çelîk û parêzerê xwe ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê û Yayla û parêzerê xwe ji Êlihê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Dozgerê ku dozê dabû destpêkirin Îsmaîl Koker tev li danişînê nebû. Çelîk ewilî parastina xwe kir û destnîşan kir ku di nûçeyên çêkirine de tu kesî hedef nîşan nedane.    'DI NÛÇEYAN DE HÊMANÊN SÛC TUNE NE’    Rojnamevan Îdrîs Yayla jî parastina xwe kir û got: “Di nûçeyên min parve kiriye de, hêmanên sûc tune ye. Van agahiyên ku hatine parvekirin, her kes dema bixwaze dikare bi hêsanî xwe bigihînê. Di vir de tiştek ku bibe sûc li holê tune ye.”   Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û ji bo mutalaya dozger dem xwestin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ    Heyeta dadgehê biryar da ku nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re bê nivîsandan ka Îsmaîl Koker ji têkoşîna terorê wezîfedar e an na da ku agahî xwest û danişînê taloqî 31’ê çileya 2023’yan kir.