ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin 2022-11-22 13:58:57   STENBOL – ÇHD’ê di teqîna li Stenbolê de bal kişand ser rola kontrgerîla û wiha got: “Bi daxuyaniyên fermî hewl didin gelên Tirkiyeyê manîpule bikin.”     Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÇHD’ê da zanîn ku êriş, piştî teqîna li Taksîm a Stenbolê hatine destpêkirin û wiha got: “Li ser kanalên fermî tê diyarkirin ku êrişên behsa xeberê weke bersiveke li dijî teqîna li Taksîmê hatine dayîn. Gelek guman hene ku di êrişa li Taksîmê de rola kontrgerîla heye û gelek pirsên mafdar hêj nehatine bersivandin. Bi daxuyaniyên fermî tenê hewl didin gelên Tirkiyeyê manîpule bikin.”    Di berdewamê de ÇHD’ê destnîşan kir ku tu sedem nikarin êrişên Tirkiyeyê rewa nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Ev êriş, di çarçoveya polîtîkayên şer ên qirêjî tên kirin. Di êrişên li dijî Rojava de bi taybet jî qadên sivîlan, depoyên xurekan, yekîneyên tenduristiyê û navendên ceyranê hedef tên girtin. Pirsgirêka ewlehiyê û rewşa şer, dike ku krîza aborî hîn bêhtir kûr bibe û bandoreke girantir li ser gel bike. Daxwaza hemû gelên herêmê ew e ku jiyaneke aram û birûmet bijîn. Heta ku polîtîkayên dagirkerî û şer bi dawî dibin jî dê têkoşîna me bidome.”