Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest 2022-11-22 14:12:31   STENBOL - Dozger ji rojnamevan Reyhan Çapan a ku Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê bû re ceza xwest.    Rojnameya Ozgûr Gundemê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin. Rojnamevan Reyhan Çapan jî demek Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê bû. Çapan ji ber nûçeyên rojnameyê tê darizandin. Danişîna doza Çapan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat lidarxistin. Çapan tev li danişînê nebû û parêzerê wê Ozcan Kiliç amade bûn.    Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest Çapan bê cezakirin. Parêzer Ozcan Kiliç li dijî mutalayê axivî û li dijî daxwaza cezayê derket.    Heyeta dadgehê diyar kir ku wekîlê teref têkildarî dosyeyê mezaret pêşkêş kiriye û danişînê taloqî 14’a adara 2023’yan kir.