4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne 2022-11-22 15:15:55   COLEMÊRG - Çar gundên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ev 11 roj in di dorpêça leşkeran de ne. Leşker bi şev xwe li geliyên gundan vedişerin û kêmînan datînin.    Gundên Şîşemzîn, Basan, Xûrekana Seyîda û Soryan ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ji roja 12’ê mijdarê heta niha di bin dorpêça leşkeran de ne. Hat zanîn ku leşkerên girêdayê Fermandariya Cendirmeyan a Ovaîçî di danê şevê de xwe ber didin nava geliyên gundên navborî, gundan dorpêç  dikin û bi wesayîtên zirxî dikevin nava gundan û operasyonên veşartî li dar dixin.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, leşker di danê êvarê saet ji 18.00’an heya serê sibehê saet 05.00’an xwe li geliyên gundên navborî vedişêrin û kêmînan datînin.