Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin 2022-11-22 15:42:55   STENBOL - Danişîna doza rojnamevan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jê tên darizandin hate taloqkirin. Midurê Karên Nivîsan ê ji Rojnameya Ozgur Gundem a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin berpirsyar Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ji ber sûcên “biçûkxistina dewlet, komar, Meclis, hikumet, organên darazê û rêxistina miduriyeta polîsan” tên darizandin. Danişîna 23’yemîn a doza Kizilkaya û Dîcle li 2’yemîn Dadgeha Asliye ya Ceza ya Stenbolê ya Çaglayanê hate dîtin. Di danişîna ku Dîcle tev li nebûyî de Kizilkaya û parêzer Ozcan Kiliç amade bûn. Şandeya dadgehê biryar da ku biryarên girtinê yên di danişînên beriya niha de derbarê Dîcle de hatine dayîn bên rawestandin û danişîn taloqî 14’ê adarê kir.