Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin 2022-11-22 16:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN – Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'ê Volkan Turk bang li Îranê kir ku daxwazên azadiyê yên gel bibersivîne.    Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volkan Turk anî ziman ku rewşa Îranê di asteke krîtîk de ye û diyar kir ku di nava du mehên dawî de bi mirina 300 kesan, çalakiyên şermezarkirinê zêdetir dijwar bûne.   Jeremy Laurence ser navê Volkan Turk di daxuyaniya têkildarî şoreşa gel a Îran û rojhilatê Kurdistanê pêk tê axivî û wiha got: “Di çalakiyên şermezarkirinê yên welêt de, li gel her her du zarokên jiyana xwe ji dest dane, zedebûna mirinan û sekna hêzên ewlehiyê, rewşa krîtîk a welêt nîşan dide. Rejîm dewsa tundiyê, divê daxwazên gel ên maf û azadiyê bibersivîne."    Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a NY'ê, ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê heya niha zêdetirî 40 jê zarok bi giştî zêditirî 300 kesan di êrişên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane.