Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan 2022-11-22 22:53:56   AMED - Zarokê ku bi navê B. Çelîk ku di avêtina ser malê dee hatibû binçavkirin, hat berdan.   Li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê zarokê bi navê B. Çelîk ku di 19'ê Mijdarê de di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin hat berdan.    Çelîk, bi îdiaya "li ser dîwaran nivîs nivîsandiye" hatibû binçavkirin, piştî 3 rojên di binçavan de duh sewqî edliyeyê hat kirin. Çelîk piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.   Di dema binçavkirinê de polîsan gef li Çelîk xwaribûn û jê re gotibûn "tu yê li qereqolê bibînî."