ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN 2022-11-23 09:00:16   * Welatiyê bi navê Halît Tekçî yê 82 salî ku dewletê 4 caran xaniyê wî şewitandiye û kurê wî kuştiye, dîsa jî li ber vê zilm û tahdeyê ji têkoşîn û berxwedana xwe nehatiye xwarê.   * Li Şengalê jinên êzidî ku di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de mal bi mal digerin û jinan birêxistin dikin diyar kirin ku jin bi fikra Ocalan xwe birêxistin kirine û gotin: "Kesên ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin."   * Jinên li gundê Elemûnê yê li sînorê Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên li ser Rojavayê dan û gotin: "Dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye. Divê em bibin yek û ber bi sînor ve bimeşin."    * Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku li dij, tiryakê bang li ciwanan kir, got: "Gava ciwan bên cem hev û li dijî tiryakê serwext bibin û bi çand û dîroka xwe zanibin dê vê pergalê birûxînin."   * Jinan diyar kir ku li Kurdistanê esker û polîs jî daxilî nava kiryarên ku tahdeyê li jinan dikin bûne û wiha gotin: "Rêxitinbûyîna jina kurd wan çavtirsandî dike, lewma naxwazin jin xwe birêxistin bikin. Lê em ê bihêz bibin û bi ser bikevin."    *  Li 7 herêmên din ên Cûdiyê darbirîn hat destpêkirin û li 31 herêmên Bestayê jî darbirîn didome.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 625’an de didome.    * Danişîna doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna biryarê ya doza rojnameger Azîz Oruç û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav bi giştî ya 6 kesan dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)   * KCD, TJA, DBP û HDP dê li Pirsûs a Rihayê bi dirûşma “Ji şer û dagirkeriyê re na” meşekê li dar bixe. (12.00)   * Meclisa Xwendekaran a Demokratîk dê 1’emîn Komxebata Asayî bi dirûşma “Bi ciwanên azadbûyî re ber bi civaka azad ve” li Navenda Çandê ya Bozyaka ya Îzmîrê li dar bixe. (12.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê dê têkildarî kesên di çalakiya şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava de hatin binçavkirin, li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Meclisa Dayikên Aştiyê û TJA dê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li gundê Akçira yê Elcewaz a Bedlîsê daxuyaniyê bidin. (13.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin a li Îzmîrê dê îro jî berdewam bike. (13.00-16.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Mafên Mirovan a Baroya Wanê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Wan û Panosê bi daxuyaniyekê ragihînin. (14.00)