HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir 2022-11-23 10:01:15   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di nava 24 saetan de 6 caran bi balafirên şer û 590 caran jî bi topan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de daxuyaniyek weşand û bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku êrişên hewayî ev 3 roj in didomin û wiha got: “Di heman demê de bi topan û rokêtavêjan êrişî herêmê dikin. Di van êrişan de febrîqeyan, avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê û milkê welatiyan hedef digirin.”    Li gorî daxuyaniya HSD’ê bîlanço wiha ye:    “Hejmara êrişên bi balafirên şer: 6   Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov: 6   Hejmara êrişên bi çekên giran, tank û moşekan: 82   Hejmara topên li herêmê ketine: 590   Hejmara cih û deverên hatine hedefgirtin : 45. Di nav de nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê jî hene.   Hejmara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmê : 1. Dewleta tirk gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê topbaran kir.   HERÊMA ŞEHBAYÊ    Hejmara topbarana bi tank û topavêjan: 43. Tê de zêdetirî 36 gund û cih hatin hedefgirtin.   Hejmara topên li herêmê ketine: 570.    Herêmên ku bi çekên giran û moşekan hatine hedefgirtin wiha ne; Şêx Îsa, Zîwan, Herbil, rêya Ehrezê, Til Medîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehbayê, Til Çîçan, Til Enab, Wehşiyê, Kefer Naya, Semuqa û balafirgeha Minbixê.   Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.   Hejmara birîndaran: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê.   KOBANÊ Û GUNDEWARÊN WÊ    Hejmara êrişên bi balafirên şer: 1. Li dijî navenda Kobanê.   Hejmara hedefgirtina bejahî: 9.   Herêmên hatine topbarankirin: Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, Navenda Tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û Dibistana Goran.   BAŞÛRÊ EFRÎNÊ    Hejmara topbaranê: 16.   Hejmara topan: 20.   Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da.   Gundên hatine topbarankirin: Bênê-Ibîn, Miyase, herêma di navbera gundên Birc Qasê û Miyase, derdora baregeha Îranê li gundê Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxe, Merenaz, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.   MINBIC Û GUNDEWARÊN WÊ   Hejmara êrişan: 2.   Gundên hatine topbarankirin; Mehsenlî, Hûşeriyê. Balafirên bê mirov li asîmanê rojhilat, rojava û bakurê Minbicê geriyan.   HESEKÊ Û GUNDEWARÊN WÊ   Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov: 3. Yek li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û 2 jî li dijî gundê Oceyê hatin kirin.   Hejmara topbarana bi topavêj, tank û moşekan: 2.   Herêmên hatine hedefgirtin: Baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî, gundewarên Til Temir, Zirgan û Um El Xêr.   Hejmara şehîdan: 2 şervanên YAT’ê.   Hejmara birîndaran: 3 şervanên YAT’ê.   QAMIŞLO Û GUNDEWARÊN WÊ   Hejmara êrişên bi balefirên bê mirov: 2. Yek li dijî zeviya petrolê yê bi navê Ewde, ya din li nêzî gundê Lîlan ê li başûrê rojavayê Tirbespiyê.   Hejmara hedefgirtinan: 10   Hejmara birîndaran: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê bi sekvaniyê li nêzî deriyê sînor ê Nisêbînê bi Qamişlo re, jiyana xwe ji dest da.   Herêm û gundên hatine hedefgirtin: Til Zîwan, Gir Dahol, Tokî, Til Kêf, çerxerêya Elî Fero, Rotan û Girkê Şamo.   DÊRAZOR   Hejmara êrişên bi balafirên şer: 5. Tê de gundê Mekmen ê tenê bi 70 kîlometreyan ji sînor dûr e, hat hedefgirtin.”