Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe 2022-11-23 11:30:41   ENQERE – Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di pêvajoya ber bi hilbijartinê ve de ketiye nava hesaba “ez çiqas kurdan bikujim dê temenê min ewqas dirêj be” û wiha got: “Bêyî ku guh bidin konjonktura cîhanê, li gorî serê xwe tevdigere. Bêguman dê ev li cihekî biqelibe. Dê gelê kurd bi berxwedana xwe li dijî vê bisekine.”    Êrişên Tirkiyeyê ku di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin didomin. Herî dawî Balafirgeha Minixê, baregeha YAT û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê, zeviyên petrolê yên li Tirbespiyê û dibistaneke li Kobanê hatin bombebarankirin. Di dîmenên êrişên hewayî de derket holê ku dewleta tirk li Şerayê bombeyên fosforê bi kar tîne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî îro têkildarî êrişên 24 saetan bîlanço parv kir û da zanîn ku Tirkiyeyê 6 caran bi balafirên şer êriş kiriye. Her wiha di bîlançoyê de hat ragihandin ku Tirkiyeyê di êrişên li dijî gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê çekên kîmyewî bi kar aniye. Di encama êrişên Tirkiyeyê de gelek sivîlan û 14 leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke mezin gihişt embarên genim, nexweşxane û qadên sivîlan.    Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi ajansa me re axivî û diyar kir ku gelên Rojava dê li ldijî êrişan li ber xwe bidin.    HIŞYARBÛNA KURDAN   Salih Musim diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû dest pê nekirine û wiha got: “Di esasê xwe de ev êriş zêdetirî sed sal in tên kirin. Dewleta tirk ji bo tunekirina kurdan û binpêkirina mafê wan ê jiyanê, bi rêyên cuda êrişan dike. Gelê kurd di demên dawî de hişyar bû û bi vê yekê re jî li her deverê kurdan qir dikin. Êrişên li diî Rojava jî di nava van êrişan de ne. Li Tirkiyeyê faşîzm, bûye desthilatdar. Desthilatdariya AKP-MHP’ê nêrînên cuda yên civakê tune dihesibîne û hewld dide li ser dijminatiya kurdan wan kesan bikişîne cem xwe. Sermayeya desthilatdariyê, dijminatiya li kurdan e. Di vê dema dawî de dîsa hewl dide li ser dijminatiya li kurdan temenê koalîsyonê dirêj bike. Ji ber ku hem di siyaseta navxweyî û hem jî di ya derve de îflas kiriye. Hilbijartin nêz dibe û ketiye nava hesaba; ‘ez çiqas kurdan bikujim temenê min ewqas dê dirêj bibe.’”    ŞÛR Û LÎSTIKÊN OSMANÎ   Bi domdarî Muslim anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên şer ku beriya hilbijartinê zêde kirine, bi awayên cuda pêş dixe û wiha pê de çû: “Vê bizava xwe bi du rêyan dike. Şûra osmanî rakiriye û her derê dibire. Ne tenê li hundirê Tirkiyeyê, êrişî her devera herêm û cîhanê dike. Ya duyemîn jî lîstikên osmanî ne. Yek ji van lîstikan jî li Taksîm a Stenbolê hat lîstin. Hem lîstikê dilîze û hem jî bi vê hincetê êrişî kurdan dike. Piştî êrişên hewayî jî Erdogan peyama êrişeke bejahî da. Dibe ku bikevin nava hewldaneke bi vî rengî. Bêyî ku guh bidin konjonktura cîhanê, li gorî serê xwe tevdigere. Bêguman dê ev li cihekî biqelibe. Dê gelê kurd bi berxwedana xwe li dijî vê bisekine.”    KOMKUJIYÊN SIVÎLAN    Di berdewamê de Muslim komkujiya dewleta tirk a li Dêrikê pêk anî ku 11 sivîl hatibûn qetilkirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji wan 2 jê notirvanên îstasyona ceyranê ya li wê derê bûn. Êrişî girseya ku bi hawara wan çûyîn jî kirin. Rojnamegerek jî di nav de 11 kes şehîd kirin. Li Kobanê jî êrişî malan kirine. Her wiha êrişî leşkerên rejîmê kirin. Fikar hene ku dê bi van êrişan re DAIŞ û bermayiyên wê dîsa zindî bibin. Jixwe tevahiya çeteyên li vê derê piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin. Tirkiye ji hêla alavan û madî ve piştgiriyê dide wan. Dibe ku yek ji armancên van êrişan ew be ku xwe bigihînin girtîgehan û DAIŞ’iyan berdin. Her wiha êriş çiqas bidomin, DAIŞ jî ewqas radibe ser pêyan. Me ev yek li Dêrazorê dît bê ka çiqas kes di êrişên DAIŞ’ê de hatin şehîdkirin.”    ‘HEKE ÊRIŞEKE JI BEJAHÎ BÊ KIRIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Salih Muslim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baregehên leşkerî û yên perwerdeyê yên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hene. Tevahiya DAIŞ’iyan li wir tên birêxistinkirin. Lê çi bikin jî gelên Rojava dê li cem YPG/YPJ’ê li dijî êrişan li ber xwe bidin. Gel dê ji gundên xwe dernekeve û bi çekên xwe notirvaniyê bike. Yek ji mezintirîn armancên van êrişan ew e ku gel ji gund û bajaran koç bike. Berxwedana li dijî vê jî ew e ku em li cihê xwe bisekinin. YPG peywira xwe bi cih tîne. Gel jî dê peywira xwe pêk bîne lê di destê HSD’ê de çekên ku rê li ber êrişên hewayî bigirin tune ne. Ji ber ku ev çek nayên dayîn. Lê dîsa jî dê gel li dijî êrişeke ji bejahî ve li ber xwe bide. Ev demekî dirêj e ku em dixwazin qada hewayî li Tirkiyeyê bê qedexekirin. Lê belê ev daxwaza me hêj bi cih nehatiye.”    MA / Firat Can Arslan