‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’ 2022-11-23 12:08:44   ENQERE - Endamê PM’a HDP’ê Nazim Karakurt diyar kir ku AKP li dijî azadiya gelê kurd e û wiha bang kir: “Divê rewşenbîr, nivîskar û demokratên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin û aştiyê biqîrin. Wer in em bi hev re li dijî şer û operasyonan bisekinin.”    Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sala ye di hedef Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de ye. Dewleta tirk di şeva 19’ê mijdarê di vê çarçoveyê de êrişî herêmê kir. Erdogan ku digot; “Kobanê ha ket ha dikeve” û bi vê yekê bêtehemûliya xwe ya li hemberî statûya kurdan nîşan dabû, piştî êrişên hewayî aşkere kir ku dibe li dijî herêmê dest bi êrişeke bejahî bikin.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nazim Karakurt têkildarî êrişên dewleta tirk û sepanên Midûriyeta Emniyeta Enqereyê de bi ajansa me re axivî. Karakurt, da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide tola têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê bi êrişên hewayî hilîne û wiha domand: “Weke ku DAIŞ li xaka Sûriyeyê dîsa amade kiribe. Em vê yekê ji hilbijartinên sala 2015’an dizanin. Em ji bombeya li Pirsûsê hatiye teqandin, ji bombeya li Gara Enqereyê hatiye teqandin û ji êrişên bombeyî yên li dijî avahiya HDP’ê dizanin. Dewlet, li her deverê li dijî daxwaza azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê kurd derdikeve.”    BANG LI REWŞENBÎRAN KIR   Karakurt, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bûdçeya vî welatî ji bo şer û bombeyan tê xerckirin. Weke HDP’ê em neçarin ku li dijî vê têbikoiin. Ji ber ku şer tê wateya xizantî û birçîbûnê. Êrişên li dijî xaka Şoreşa Rojava ku bû hemû cîhanê bûye modêlek, nayê qebûlkirin. Divê raya giştî li dijî şer derbikeve. Divê rewşenbîr, nivîskar û demokratên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin û aştiyê biqîrin. Wer in em bi hev re li dijî şer û operasyonan bisekinin.”