ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir 2022-11-23 12:24:54   STENBOL – Meclisa Delegeyan a ATB’ê diyar kir ku Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci bi awayekî keyfî hatiye girtin û ji bo bidawîkirina zextên li ser TTB’ê bang li Wezareta Karên Derve ya DYA’yê kir ku bikevin nava liv û tevgerê.    Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê gotibû; “dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn û divê bê lêkolînkirin.” Piştî vê gotinê jî hedef hatibû nîşandan û girtin. Meclisa Delegeyan a Yekitiya Bijîşkên Amerîkî (ATB) ji bo berdana Fîncanci û bidawîkirina zextên li ser TTB’ê biryarek mohr kir.   Di biryarê de wiha hat gotin: “ATB, ji bo berdana xebatkarên tenduristiyên yên bi awayekî neheq hatine girtin û parastina serbixwebûna TTB’ê, ji delegasyona Yekitiya Bijîşkên Cîhanê (DTB) daxwaz dike ku piştgiriyê bide. Ji bo ku fikarên ATB’ê bên vegotin, Serokê ATB’ê dê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re binivîse û jê bixwaze ku ji bo xebatkarên tenduristiyê yên tirk û serbixwebûna TTB’ê bikevin nava liv û tevgerê.”