Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin 2022-11-23 13:26:28   ERZIROM - Malbatên girtiyan ên ku li pêşiya Girtîgeha Dumluyê hatin ba hev, tecrîd û binpêkirinên mafan protesto kirin.    Xizmên girtiyên ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erziromê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinan daxuyanî dan. Gelek xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê malbatên girtiyan Servet Kamiş axivî û da zanîn ku girtîgeh di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ne. Kamiş, diyar kir ku tecrîd tê wateya binpêkirina mafên mirovan û da zanîn ku ew sepanên keyfî yên li girtîgehan qebûl nakin. Kamiş, anî ziman ku girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û wiha pê de çû: “Li tu deverekê din ê cîhanê tiştekî wiha nîne. Girtî, ev du hefte ne li dijî tecrîda girankirî û sepanên keyfî ketine greva birçîbûnê. Em piştgiriyê didin vê berxwedana birûmet a girtiyan.”    Di berdewamê de Kamiş ev tişt anî ziman: “Divê em deng bidin dengê zarokên xwe, bi wan re têkoşîneke hevpar bimeşînin û li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan derkevin. Me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û me jê re got ku daxwazên zarokên me, daxwazên hiqûqî û însanî ne.”