Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin 2022-11-23 14:32:21   ENQERE – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku malbata faîla êrişa bombeyî ya Taksîmê Ahlam Albashir malbateke DAIŞ’î ye û 3 birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin hatine kuştin.    Dewleta tirk bi hinceta êrişa di 13’ê mijdarê de li Taksîm a Stenbolê hat kirin, di 20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke nû da destpêkirin. Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 10 sivîl hatin qetilkirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, têkildarî êrişên dewleta tirk bi Al Monîtorê re axivî.    DAXUYANIYÊN DYA Û RÛSYAYÊ    Mazlum Ebdî da zanîn ku heke hewldanên micid ên DYA û Rûsyayê çênebin, dê êrişên dewleta tirk berdewam bikin û wiha got: “Daxuyaniyên DYA’yê yên li dijî gefên Tirkiyeyê, daxuyaniyên xurt nînin. Ji bo pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyeyê teqez daxuyaniyên xurt nînin. Hekd Tirkiye destûrê ji Washington û Moskovê negire, nikare li dijî herêmên di bin kontrola hêzên kurd de êrişeke bejahî pêk bîne. Heta ku ev hêz qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekin, dê nekare êrişeke bejahî pêk bîne. Heke êrişeke dagirkeriyê ya ji bejahî vê bê kirin, ev tê wê wateyê ku Rûsya û DYA’yê destûr da ye. Têkildarî êrişa dawî me bi muxatabên xwe yên amerîkî re hevdîtin kirin. Lê rewşeke pir nû ye lewma jî em bi hev re dinirxînin. Digotin ku li benda êrişeke wiha nebûn û rewşê dinirxînin. Hêvîdarim ku DYA li dijî erişên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me seknekî pir xurtir nîşan bide. Rûsya jî kêm zêde heman tiştan dibêje lê ev têrî nake. Li dijî êrişeke ji bejahî ve derdikevin lê ji Kobanê heta Minbicê, hemû herêmên rastî êrişên Tirkiyeyê tên, di bin kontrola Rûsyayê de ne.”    'ŞAM AMADE NÎNE’   Di berdewamê de Ebdî bal kişand ser sekna Şamê ya di mijara çareseriyê de û wiha got: “Rûsya zexta pêwîst li Şamê nake. Pirsgirêka din jî ew e ku hikûmeta Şamê xwe bêalternatîf dibîne û di zîhniyeta xwe de israr dike.”   Her wiha Ebdî destnîşan kir ku armanca esasî ya Tirkiyeyê Kobanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê, ji bo gelê kurd cihekî pir sembolîk e. Cihê ku têkoşîna me ya neteweyî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dest pê kirî ev dere ye. Her wiha cihekî stratejîk e. Di halê hazir de li dijî Kobanê tenê êrişên hewayî hene. Lê ji bo operasyoneke li dijî Kobanê hewcehî bi amadekariyên gelek mezin nîne. Her wiha Tirkiye bi HTŞ’ê re tevdigere. Hinek deverên Efrînê bi dest xistin û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re nîşan dide ku li dijî me dibe ku bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Tirkiye dê hewl bide wan li dijî Minbic û derdora wê bi kar bîne.”    ARMANCA ERDOGAN    Ebdî, got ku dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê ye û ev nirxandin kir: “Dixwaze rêveberiya me ya xweser hilweşîne. Armanca wan a sereke ev e. Lê mijara herî nêz, hilbijartina li Tirkiyeyê ye. Erdogan û hikûmeta wan bi van êrişan dixwazin rewşa raya giştî ya Tirkiyeyê biguherînin. Beriya hilbijartinê du rê li pêşiya Erdogan hene. An dê bi tevgera kurd re li hev bike û ev yek dê bo wî di hilbijartinê de derfetan çêbike yan jî dê şer bide destpêkirin. Wan şer hilbijart. Erdogan, şer hilbijart.”   TÊKILIYA ÊRIŞKAR A BI DAIŞ’Ê RE   Têkildarî êrişa li Stenbolê jî Ebdî ev agahiyên balkêş dan: “Li gorî min, hikûmeta tirk ji bo li dijî me êrişekî bide destpêkirin ev provakasyon amade kir. Me gelek lêkolîn kirin û em gihiştin wê qenaetê ku êriş ji hêla komên muxalîf ên sûriyeyî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de ve hatiye kirin. Weke mînak; me tespît kir ku jina ji ber bicihkirina bombeyê hatiye girtin (Ahlam Albashir), ji malbateke DAIŞ’î ye. Ez vê agahiyê cara ewil e parve dikim. Sê birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin mirin. Yek li Rewqayê, yek li Minbicê û yê din jî li Iraqê hate kuştin. Birayê wê din jî li Efrînê fermandarê muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê ye. Bi sê DAIŞ’iyên cuda re zewicî ye û malbata wê ji Helebê ye. Teqez tu eleqeya me bi teqînê re nîne û polîtîkayeke me ya wisa jî nîne. Em ê li dijî êrişên Tirkiyeyê xaka xwe biparêzin. Heke di nava sînorên xaka me de êrişî me bikin, em ê li Serêkaniyê, Ezaz, Efrîn û li Cerablusê jî şer bikin. Armanceke me ya ku di nava xaka tirkan de bi wan re şer bikin nîne.”