Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê? 2022-11-23 16:50:25   WAN - Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê parve kirin. Di raporê de hat gotin ku ji girtiyê ku înfaza wî hatiye taloqkirin re ev pirs hatiye kirin: “Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?”    Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER), rapora xwe ya têkildarî bipêkirinên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi daxuyaniyekê parve kir. Daxuyanî li Baroya Wanê hat dayîn û ji hêla parêzera ÎHD’ê Jiyan Ozkaplan ve hat xwendin. Ozkaplan, da zanîn ku bi girtiyan re hevdîtin kirin.    GIRTÎGEHA BI EWLEHIYA BILIND A WANÊ   Ozkaplan, da zanîn ku lijneyên çavdêriyê li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê ji derveyî armancên xwe biryaran dide û wiha got: “Bi hincetên biçûk, înfazên girtiyan tên şewitandin. Nehiştin girtiyê bi navê Hakan Bîlekçî were berdan û hincetên neşênber ên weke ‘heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?’ înfaza wî hatiye şewitandin. Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê û dozger daxwaza wan a hevdîtinê nabersivînin, nameyên wan ên ji bo Serdozgeriyên Komarê, Wezareta Dadê û saziyên din ên fermî nayên şandin, hejmara derketina ewraqan nadin wan, daxwaza wan a guherandina odeyê nayê qebûlkirin, li gorî keyfa xwe odeyên girtiyan tên guherandin, dema girtî li dijî vê îtîraz dikin cezayên disiplînê lê tên birîn û tên sirgûnkirin, bi zanebûn girtiyên ji bîrdoziyên cuda li heman korîdorê tînin ba hev û ji ber vê yekê rewşên provakatîf diqewimin, ji ber ku li dijî sepanên derî mewzûatê yên rêveberiya girtîgehê derdikevin hema hema li hemû girtiyan cezayê displînê hatiye birîn, gardiyan nêzikatiyên provakatîf nîşan didin, daxwazên girtiyan ên ji bo sewqkirina li girtîgehên nêzî malbatên wan bêyî ku sedemek were nîşandan tên redkirin û her tim rastî sirgûnan tên.”    GIRTÎGEHA TÎPA L A PANOSÊ   Di berdewamê de Ozkaplan bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê û wiha rêz kir: “Girtiyê bi navê Mehmet Mutlu ev 27 sal in di girtîgehê de ye, nexweşê şîzofrenî û dil e, nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne, nexweşiya wî ya şîzofreniyê giran dibe, li gel ku beriya niha li Nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Rehikan hatibû tedawîkirin jî di tedawiya wî de pêşketinek çênebûye, tedawiya wî tenê dikare di nava şert û mercên derveyî girtîgehê de bê kirin, di hevdîtinên parêzeran de jî xuya bûye ku di dinyaya xeyalan de dijî. Her wiha girtiyên bi navên Mehmet Emîn Tanriverî, Hanîfî Kaya û Yûsûf Gultekîn bi nexweşiyên diranan ketine, ji ber ku li revîrê bijîşkên diranan tune ne diranên wan nehatine dermankirin, sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin. Girtiyên bi navên Adem Aykuş û Mehmet Alî Ugur bi nexweşiyên çolyakê ketine lê xwarinên wan li gorî nexweşiyên wan nayên dayîn, alavê paqijiyê yên ku girtiyan bi derfetên xwe kirine hatine komkirin, bi hinceta ku dibe di dema firarê de bên bikaranîn nayên dayîn, ava vexwarinê qirêjî ye û bêhn jê tê, rê li ber nexweşbûna girtiyan vedike, girtî ava vexwarinê ji kantînê dikirin, ev yek bandoreke giran li aboriya wan dike, di qawîşên ku 20 kes lê dimînin de her du rojan tenê saetekê ava serşûştinê didin û ev yek jî bi têrî pêdiviya girtiyan nake.”    Bi domdarî Ozkaplan xwest ku ev binpêkirin bi dawî bibin û banga bidawîkirin tecrîd û îzolasyonê kir.