Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike 2022-11-24 09:02:40   AMED - Amediyan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê û gotin: “Tirkiye dixwaze her 4 parçeyên Kurdistanê hev du nebînin.”   Tirkiye bi awayekî hemwext êrişî bajarên rojavayê Kurdistanê û herêmên başûrê Kurdistanê dike. Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birindar bûne. Amediyan bertek nîşanî van êrişan dan û gotin: “Tirk dixwazin 4 parçeyên Kurdistanê hev du nebînin.”   ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Şêniyê Amedê yê bi navê Hamdûllah Atli bilêv kir ku ew ne li gel şer in, ew aştîxwaz in û wiha got: “Erdogan li Anatolyayê ala tirkî bilind dike. Lê ev sembol, sembola hemû kesan e. Em biratî û aştiyê dixwazin. Êrişa li ser Kobanê, ne rast e. Bi hinceta teqîna li Stenbolê êrişî kurdan dikin. Ev neheqî ye û nayê qebûlkirin. Em li dijî êrişên li ser Kobanê ne.”   ‘KOBANÊ YA KURDAN E’   Naîf Taş jî got ku ji ber ku Kobanê ya kurdan e dewleta Tirkiyeyê tehamûl nake. Taş bi lêv kir ku li Tirkiyeyê gava mesele tê ser kurdan muxalifên Tirkiyeyê û desthilat hev digirin û kurdan qebûl nakin.   ‘JI BO HER ÇAR PARÇE HEV NEBÎNIN'   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Osman Guzel jî got ku teqîna li Stenbolê, teqîeneke plankirî bûye û ev tişt anî ziman: "Ez van êrişan qebûl nakim. Dema te mirovek kuşt, wekî te hemû mirovahî kuştibe. Em diwxazin êdî xwîn nerije. Sedema êrişên li ser Kobanê ew e ku 4 parçeyên Kurdistanê hev du nebînin. Ji ber vê yekê jî hem li Rovaja hem jî li Başûr dixe. Ez van êrişan bi tu awayî qebûl nakim. Ya dikin zordestî ye."   ‘BI ŞER WÊ TIŞTEK BI SER TIŞTEKÎ NEKEVE'   Ji amediyan Vahap Aribogan jî anî ziman ku sedema krîza aborî ya li cîhanê û Tirkiyeyê ew e ku bûdçe ji bo parastinê tê veqetandin û bal kişand ser êrişa li Stenbolê. Aribogan, wiha got: "Ji bo rastî negihê gel, astengiyan datînin ber nûçeyan. Ji roja ku min xwe nas kiriye heya niha ev şer heye. Lê bi şer tu tişt bi ser nakeve. Her şerek, dawiyek wê heye. Ev pisgirêk bi axaftinê, bi demokrasî û edeletê çareser dibe. Ev mijar divê bi her awayî bê nirxandin û pirsgirêk bi mixatabên wê re bê nîqaşkirin û çareserkirin."   YEKITÎ   Welatiyê bi navê Omer Aykûl jî bertek nîşanî êrişan da û diyar kir ku sedema teqîna li Stenbolê ne Rovaya ye. Bi domdarî Aykûl daxuyand ku sedem dewleta Tirkiyeyê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Li hemberî van êrişan divê gelê kurd li ber xwe bide. Baweriya xwe bi xwe bîne. Em kurd li her derê ne. Ji bo ev şer bê sekinandin, divê gelê kurd bibe yek."