EMEP û TÎP: Li dijî şer û kîmyasalê em ê li kolanan bin 2022-11-24 09:12:20   AMED - Serokê TÎP'ê yê Amedê û Salih Sargin û Rêvebira EMEP'ê ya Amedê Nûrgul Denîz ku li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe bang li gelan kirin ku dakevin kuçeyan û îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kirin.    Tirkiye hîn jî li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar tîne. Nûnerên partiyên siyasî yên li Amedê anîn ziman ku divê dîmenên gerîlayên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn ji aliyê saziyên bêalî ve bên vekolandin û dawî li van êrişan bê.    ‘DIVÊ ÎDIA BÊN VEKOLANDIN'   Endama Desteya Rêveber a Partiya Kedê (EMEP) a Amedê Nûrgul Denîzê destnîşan kir ku rayedara ji dêvla ku îdiayan vekolin û agahiyên objektîf bidin polîtîkaya çewisandinê didomînin û wiha got: "Parêzvana mafê mirovan û Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fncanci, daxuyandibû ku ev îdia bên vekolandin û di çaçroveya peymanên navneteweyî de heyetên serbixwe biçin herêmê û lêkolînê bikin. Lê Fîncanci ji ber vê bangawaziyê hat girtin. Çekên kîmyewî, di peyamanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî de jî sûcekî giran e. Îdia divê bi awayekî cidî bên lêkolînkirin, pispor û heyetên serbixwe lêkolînê bikin û encam bi raya giştî re bên parvekirin."    ‘DIVÊ EM PÊLA NETEWPERESTIYÊ BERTEREF BIKIN'   Denîzê destnîşan kir ku desthilata AKP'ê bi nêzîkbûna hilbijartinê re çewisînertir bûye û wiha pê de çû: "Desthilat wekî berê niha jî fikarên şer berbelav dike û sûdê ji atmosfereke netewperest digire. Rejîma yekzilamî ku ji bo desthilat ji dest neçe, her diçe karesata li welêt zêdetir dike. Atmsofera pevçûnî ya li nav welêt, di warê Kurdistanê de ji xeynî gurkirina şer pêvtir ne tu tişt e. Şer, mirin, xizanî, kedxwarî û şêlandin e. Divê îdiayên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bên vekolandin û demildest dawî li operasyonên derveyî sînor ên gelên Kurdistanê hedef digire bê. Em divê bi helwesta li teref aştî, demokrasiyê pêla şovenîst û netewperest berteref bikin."    Denîzê bertek nîşanî êrişên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî da û destnîşan kir ku li dijî van êrişan divê bangawaziyên ji bo aştî û azadiyê xurtir bibin û têkoşîna ji bo aştiyê mezintir bibe. ”   BANGAWAZÎ   Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Amedê Salih Sargin jî anî ziman ku êrişên li ser Kurdistanê û kurdan zêde dibin û li dijî êrişan bang li he rkesî kir: "Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Ev çek divê bên tunekirin. Heyetêns erbixwe divê biçin qadê û lêkolînan bikin. Ev çek bi çi awayî tên bikaranîn bila bên bikaranin, lê divê em li ber wan rabin. Piştî girtina mamoste Şebnemê, rojnamevanên der barê çekên kîmyewî de nûçe çêkirin bi îşkenceyê hatin girtin. Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze ku kes neaxive û rastiyan nebêje. Tekane tişta ku rejîma AKP-MHP'ê dike çavtirsandin e. Ger li cihekî edalet tune be, li wir tu tişt jî tune ye. Ger sûcek tune be, nexwe divê heyetên serbixwe biçin wir û lêkolînê bikin. Niha li Tirkiyeyê atmosfereke aloziyê tê afirandin. Desthilata AKP'ê, 20 sal in welêt bi rê ve dibe. Her cure nelirêtiyê dike. Lê têkoşîna hevpar dikare wan têk bişikîne. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bang li gel dikin ku dakevin kuçeyan. Em karker, kedkar û gel bi hatina cem hev re em ê têkoşînê xurttir bikin."