Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin 2022-11-24 13:47:02   STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a bi Ewlehiya Bilind a Dûmlûyê li dijî zextan, di 8’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Serhat Karsû ku di greva birçîbûnê de cih digire anî ziman ku rêveberiya girtîgehê girtiyan arasteyî xwekûştinê dike.     Paceyên qawişên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê bi têlên hesin hatin girtin. Girtiyên hindik be jî esman didîtin, bi tarîkirina paceyan re  ji hêla derûnî û bedenî ve bandoreke neyînî lê dibe. Girtiyan li dijî vê rewşê, di 8’ê mijdarê de biryara greva birçîbûnê ya 10 rojan a bidem û dorveger girtin.    SAZÎ DÊ RAPORAN PÊŞKEŞ BIKIN   Malbatên girtiyan têkildarî mijarê serî li Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) dan. Hat destnîşankirin ku OHD û TUHAY-DER a ku têkidarî serdanan çûbûn girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anîbûn, dê rojên pêş de rapora xwe parve bikin. Aynûr Taş ku birayê wê Serhat Karsû yê di sala 2011’an de Kanîreş a Çewligê hatibû girtin, têkildarî rewşa birayê xwe yê di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û girtiyên rastî binpêkirina mafan tên axivî.    ‘EM NIKARIN ŞEV Û ROJÊ JI HEV DERXÎNIN'   Taş, anî ziman ku gardiyan bi şev dema ku girtî radikevin, her saetê carekê bi zanebûn girtiyan ji xewê şiyar dikin. Taş, di 18’ê mijdarê de bi birayê xwe re axafitina telefonê kir û ev gotin bi birayê xwe re parve kir: “Em hemû di qawişên yekkesî de têne ragirtin. Tenê dema ku em qêr dikin hev û du dibîhîsin. Xwedî li me derkevin. Hesin li paceyên me xistine. Em êdî nikarin şev û rojê ji hev derxînin. Hewl didin ku me arasteyî xwekuştinê bikin. Êdî em nikarin wisa bidomînin, li me xwedî derkevin.”   ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Di berdewamê de Taş diyar kir ku girtî di destê zaliman de li ber xwe didin û ew li ber têkoşîna girtiyan serê xwe ditewîne. Di berdewama axaftiana xwe de Taş da zanîn ku roja înê jî roja telefonê ya birayê wî bû lê belê birayê wê telofon nekiriye. Taş, destnîşan kir ku wî sedema nekirina telefonê ya birayê xwe ji rayedareke girtîgehê pirs kiriye û bersiva “Odeya wan guherine” wergirtiye. Taş, têkildarî sepanên girtîgehê ev tişt gotin: “Dema ku me bi birayê xwe re diaxivî ji me re digot ‘Li ser me zext hene. Her saetê me şiyar dikin. Derûniya me serûbin dikin lê dîsa jî em li ber xwe didin. Dilopek jî xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin. Em vê zilmê, van zextan qebûl nakin.   ‘KANÊ MAFÊN MIROVAN?’   Ez bang li Ewropayê dikim, ger ku mafên mirovan hebin, kanê li ku ne mafên mirovan? Çima li ser kurdan, li ser zarokên kurdan evqas zext hene? Ewropa çima bêdeng e. Bila Ewropa were û pirsa ‘Çima zarokên we di girtîgehan de ne?’ ji me bipirse. Dewleta tirk li ser ciwanan û malbatên wan zexteke mezin dide meşandin. Ji ber wê zarokên me di zîndanan de dirîzînin. Em wek dayîk û xwîşK vê yekê qebûl nakin.”   Taş bang li malbatên girtiyan kir ku rabin ser piya û wiha bi dawî kir: "Ew di nava şereke ewqas mezin de ne, li ber xwe didin, em jî li ber xwe bidin. Em ji bo girtiyan tiştekê bikin.”