ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir 2022-11-24 15:29:16   AMED - Komîsyonan Jinan a Şaxa ÎHD’a Amedê bîlançoya tundiya li dijî jinan a salane ya li bajarên bakurê Kurdistanê eşkere kir û wiha got: “Li bakurê Kurdistanê di salekê de 117 jinan jiyana xwe ji dest dan û 34 jin jî birîndar bûn.”    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bîlançoya tundiya zilam a li dijî jinan a di navbera 1’ê mijdara 2021’an û 1’ê mijdarê 2022’yan de ya li bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hat dayîn. Nirxandina raporê endama Komîsyona Jinan parêzer Derya Yildirim kir û bîlançoya salan e jî ji hêla Endama Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn ve hat eşkerekirin.    ‘TEKOŞÎNA JINAN’   Derya Yildirim anî ziman ku tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe û berdewam dike. Yildirim, destnîşan kir ku jin di civake de rastî tundiya derûnî, aborî, çandî û fizîkî tên û wiha got: “Lê li dijî vê yekê saziyên berpirsyar tu gavan naavejin. Têkoşîna jinan a li dijî vê xwedî pêvajoyeke demdirêj e û bênavber didome.”    TUNDIYA DEWLETÊ YA LI DIJÎ JINÊN KURD   Yildirim, di berdewama axaftina xwe de balkişand ser Jîna Emînî ku di 14’e îlonê de ji aliye rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin û wiha domand: “Piştî vê qetlîamê serhildan ji Rojhilat dest pê kir û di encama serhildanan de gelek kes hatin qetilkirin û jin jî rastî qetlîam, tundî û êrişan hatin. Lê der barê polîtîkayên cihekar de tu gavek nehat avêtin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê siyasetmedarên jin tên binçavkirin û girtin. Binçavkirin û girtina siyasetmedarên jinên kurd tundiya derûnî û dadgehê ya li dijî jinan nîşan dide. Girtina Gulten Kışanak, Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tuncel û gelek siyasetmedarên jinên kurd, encama vê yekê ye.”    POLÎTIKAYÊN BÊ CEZAKIRINE   Di berdewamê de Yildirim bal kişand ser polîtikayên dewletê yên necezakirinê û ev tişt anî ziman: “Dewlet berpirsyar e ku pêşiya qetilkirin û tundiya li dijî jinan bigre. Divê dewlet ji bo wekheviya civakî, polîtîkayan saz bike. Divê cihêkariya zayendî ji hole rake. Kesen ku tundiyê li jinan dikin divê bên cezakirin û dev jî polîtikayên necezakirinê berde.”   BÎLANÇOYA SALANE   Piştî Yildirim, Endama Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn bîlançoya salane xwend. Bîlançoya salakê ya tundiya li dijî jinan a li bakurê Kurdistanê wiha ye:  * Li bajarên bakurê Kurdistanê 11 jinan ji ber întîharê jiyana xwe ji dest dan. 5 jinan jî xwest întîhar bikin. * Ji ber tundiya zilam a di nava malê de herî kêm 38 jinan jiyana xwe ji dest dan û 15 jin jî birîndar bûn. * Di nav civakê de 19 jinan ji ber tundiya zilam jiyana xwe ji dest dan û 14 jin jî birîndar bûn. * Di nava civakê de 33 jin rastî destdirêjiya mêran hatin.  * Li bakurê Kurdistanê 49 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. * Li bakurê Kurdistanê di salekê de 117 jinan jiyana xwe ji dest dan û 34 jin jî birîndar bûn. * Li herêmê herî zêde jin li bajarên, Dîlok, Xarpêt, Amed û Şirnexê rastî qetilkirin û tundiyê hatin. * Herî zêde li Wan, Riha, Amed û Mêrdînê jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.”