Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2022-11-24 16:17:03   EDENE – Jina bi navê Muzeyyen T. li Seyhanê ji hêla hevjînê xwe Abdullah T. ve hat qetilkirin. Kujer Abdullah T. reviya.    Jina bi navê Muzeyyen T. li Taxa Yeşîlyurt a Seyhan a Edeneyê ji hêla hevjînê xwe Abdullah T. ve bi çekê hat qetilkirin.    Piştî ku cîranan agahî dan, komên tenduristiyê û polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Komên tenduristiyê dan zanîn ku dayika 3 zarokan Muzeyyen T. jiyana xwe ji dest da ye. Cenazeyê T., ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK). Hat zanîn ku kujer Abdullah T. reviyaye û hêj nehatiye girtin.