OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da 2022-11-24 16:41:32 RIHA – Şaxa OHD’a Rihayê ji ber astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û astengkirina peywira parêzertiyê, serî li Baroya Rihayê da.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê li ser astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş ûHamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin, serî li Baroya Rihayê dan. Ji OHD’ê 39 parêzeran têkildarî astengkirina bicihanîna peywira parêzertiyê, serî li Baroya Rihayê dan û piştre jî daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de Endamê Şaxa OHD’a Rihayê Parêzer Serdar Tum axivî û da zanîn ku ev 3 sal in bi Abdullah Ocalan re û ji sala 2015’an heta niha jî bi Konar, Aktaş û Yildirim re hevdîtin nayên kirin. Bi domdarî Tum, ev tişt anî ziman: “Li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî, nabe ku tu girtî demekî ewqas dirêj bi parêzerên xwe re hevdîtinê nekin. Îmrali, di pergala hiqûqî ya heyî de weke çalereşkê tê bikaranîn. Tecrîda derhiqûqî ya li Îmraliyê di meriyetê de, di heman demê de tê wateya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Weke parêzerên OHD’î em dixwazin ku ev bêhiqûqî hêj bêhtir mezin nebe û lewma jî ketin nava çendek hewldanan de.”    BANG LI TTB’Ê KIR    Tum, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Veysî Aktaş û birêz Omer Hayrî Konar ev demekî dirêje di girtîgehê de ne û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Parêzeran, ji bo hevdîtinên bi miwekîlên xwe re gelek hewldanên hiqûqî kirin lê belê tevek jî bêencam man. Her wiha ji hewldanên saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, ji rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl ên navneteweyî encamek derneket. Di heman demê de 775 parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan lê bersiv nehat dayîn. Dema ev rewş tevek tê nirxandin, tê dîtin ku peywira parêzertiyê îflas kiriye mafê darizandina adilane yê miwekîlan hatiye binpêkirin. Ji bo parastina van mafan jî em bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan dikin ku li peywira xwe rabin.”