ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-25 09:00:10     * Akademîsyen Dr. Hoşyar Zebarî diyar kir ku komîsyona ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî yê qedexekirî hatiye avakirin girîng e û got: "Heger belge û îspat bikevin destê vê komîsyonê, Iraq dikare êrîşên rejîma Erdogan ên li ser Başûr û Rojavayö bide sekinandin. Ev, dê ji bo hilweşandina hikûmeta Erdogan wê bibe belgeyeke mezin."     * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku dewleta tirk li dijî gelê kurd seferberiya qirkirinê daye destpêkirin û got: "Em bi bawer in ku wê daxwaziya ji bo azadiyê bi ser bikeve. Bila gelê kurd jî ji vê re amade be. Ji bo mîsogerkirina Kurdistanê, ji xeynî berxwedanê tu çare nemaye."   * Serokê ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn anî ziman ku dema mijar dibe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd muxalefet xwe li bêdengiyê datîne û got: “Muxalefeta ku li dijî tecrîde û  pirsgirêka kurd xwe li bêdengiyê datîne, dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike.”   * Aliman anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî guneh û heram e û li dijî mirovahiyê ye û gotin ku ên vê yekê dikin xiyanetê li mirovahiyê û cîhanê dikin.    * Prof. Cengîz Aktar ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî "lîstikekê" pênase kirin, bêdengiya heyî jî wiha rexne kir: "Gava mesele hat ser êrişa li kurdan, konsensusa neteweyî çêbû."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 627’an de dê bidome.    * Rûniştina 4'an a danişîna 19'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, di serî de li Amed û Stenbolê, dê li gelek bajaran çalakî, meş û xwepêşandan bên lidarxistin. (11.00-19.00) ZINDÎ   * Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dê rapora xwe ya tundiyê ya salekê li Baroya Amedê bi daxuyaniyekê aşkera bike. (12.30)