Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da 2022-11-25 10:21:43   RIHA - Rojnameger Zeynep Boran diyar kir ku Rûsyayê li hemberî veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişa li dijî Kobanê da Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye heke êrişeke bejahî pêk bîne, dê encama ku dixwaze bi dest nexe.”   Tirkiyeyê bi hinceta teqîna li Cadeya Îstîklalê ku gelek dane hene ku ji hêla hêzên paramîlîter ên weke OSO’yê ve hatiye kirin, li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke berfireh da destpêkirin. Piştre jî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got ku dê li dijî herêmê ji hêla bejahî ve jî êrişekê bidin destpêkirin. Têkildarî mijarê hêzên navneteweyî yên mîna DYA û Rûsyayê daxuyaniyên weke “Em bifikarin” dan û li hêla din jî Rêveberiya Xweser jî peyama berxwedanê da. Rojnameger Zeynep Boran ku herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî êriş û geşedanên li herêmê bi ajansa me re axivî.    Rojnameger Zeynep Boran da zanîn ku konsepta erişê bingeha xwe ji civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya di 26’ê gulanê de û ji Lûtkeya Tehranê digire û wiha got: “Erdogan, bi Lûtkeya Tehranê re ‘Tifaqa qirêjî’ berfireh kir û piştî civîna MGK’ê jî gefên dagirkirina Rojava bêhtir xist rojevê. Li pey van gotinan jî êrişên bi ÎHA û SÎHA’yan ên li dijî xeta sînor a Rojava destpêkirin ku sivîl dihatin hedefgirtin. Lê ev êriş jî besî Erdogan nebûn ku hewl dide hebûna xwe li ser xwîna kurdan didomîne. Ji ber ku ew jî dizane ku bi kuştin û komkujiyan nikare şoreşa Rojava tesfiye bike. Tam li vê derê zîhniyeta ku digot; ‘Dê sê kesan bişînim Sûriyeyê, fûzeyan pê bidim avêtin û hinceta şer derxînim’ kete dewrê û bi destê çeteyan li Taksîmê êriş pêk anîn. Berevajî gotinên Soylû, birayê Ahlam El Beşîr girêdayî OSO’yê ye. DAIŞ bi destê dewleta tirk ava dibe û çeteyên OSO’yê jî li gorî fermanên MÎT’ê tevdigere. Dewleta tirk ku di qada navneteweyî de teşhîr bûye, êdî nikare van çeteyan kontrol bike.”   ‘RÛSYAYÊ DESTÛRA ÊRIŞA LI DIJÎ KOBANÊ DA’   Zeynep Boran, bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewletê ku ji ber teqîna li Taksîmê YPG/YPJ’ê tawanbar dikin û wiha pê de çû: “Lê PKK, PYD û HSD’ê ev îdia derewandin. Her wiha Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku 3 birayên faîla teqînê dema ji bo DAIŞ’ê şer dikirin hatine kuştin. Di mijara êriş û komkujiyên li dijî Rojava de DYA û Rûsyayê dîsa xwe li bêdengiyê danîn. Bi daxuyaniyên mîna her carê hewl dan berpirsyariyê li ser xwe rakin. Van hêzan her tim berjewendiyên xwe esas girtin.e Li hemberî dexlê ku li bendergehên Ûkraynayê hatiye komkirin derbasî Ewropa û welatên din bikin, ji Rûsyayê hewl dan destûra êrişa li dijî Rojava bigirin. Di hevdîtinên Astanayê de dewleta tirk û Rûsyayê biryar dan ku çeteyên HTŞ’ê li Idlib, Efrîn û Cerablusê serwer bikin. Her wiha li gorî agahiyên çavkaniyên pêbawer, mehek berê MÎT’ê li Efrînê bi serokên OSO’yê re civîneke veşarî kir. Piştî civînê jî MÎT’ê bi piştgiriya Rûsyayê HTŞ li Efrînê bi cih kir. Bi şertê qebûlkirina vê rewşê ji hêla komên çete yên OSO’yê ve jî Rûsyayê destûra êrişa li dijî Kobanê da. DYA jî ji bo berjewendiyên xwe di nava helwestekî wisa de ye ku kurdan biterikîne.”    ‘DIBE KU ÊRIŞA BEJAHÎ DEST PÊ BIKE’   Boran, destnîşan kir ku Tirkiyeyê xwest bi êrişa li dijî Qerqamişê bingeha êrişeke bejahî amade bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Balkêşe ku ev dibistana ku tê gotin hatiye topbarankirin, beriya niha hatibû valakirin û veguherandine baregeha leşkerî. Ji ber ku nêzî sînor e, çeteyên OSO’yê û MÎT’ê li vir xebatên bikoordîne dimeşandin. Anku navenda îstîxbaratê ye. Bi êrişa li Taksîmê re starta êrişên li dijî Rojava dan û dibe ku bi êrişa li Qerqamişê re jî êrişa bejahî bidin destpêkirin.”   ‘DIXWAZIN LI DORA RÊVEBER XWESER ÇEMBEREKE REŞ AVA BIKIN’   Bi domdarî Boran da zanîn ku bi destpêkirina êriş û gefên li dijî Rojava re hemû komên çete yên li Efrîn, Marê, Ezaz û El Babê ketine nava liv û tevgerê û wiha got: “Piştî ku MÎT’ê wesayîtên bizirx 3u çekên giran ên di destê koma çete ya Ceys El Îslamê de û noqteyên li navenda Efrînê radestî çeteyên HTŞ’ê kirin, çirûska rageşiyê hat vêxistin. Lê MÎT kete dewrê qaşo ku HTŞ’ê xwe vekişandiye nîşan da. Piştre jî HTŞ di bin navê çeteyên Ehrar El Şam, Tûgaya Semerkantê û Sûltan Mûrat de gav bi gav li Efrînê bi cih bû. Ev bicihbûne hêj niha jî didome. Dema em li cihên ku HTŞ di vê meha dawî de lê bicih bûye dinihêrin, dibînin ku dewleta tirk hewl dide bi destê van çeteyan li dora Rêveberiya Xweser çembereke reş ava bike.”   ‘GEL DÊ LI BER XWE BIDE’   Têkildarî êrişên îxtîmalî û sekna kurdan a li dijî erişan de jî Boran ev tişt anî ziman: “Di serî de gelê kurd, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûyê rast ê dewleta tirk û armancên wê dîtin. Gelê ku ev demekî dirêj e di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de amadekariyan dike, xwedî wê berxwedêriyê ye ku bersivê bide hemû cureyên êrişan. Weke ku Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî jî anî ziman, dê encamên vê êrişê mîna encamên êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nebin. Berevajî vê dê şer li seranserî sînor belav bibe. Êriş herî zêde li dijî Kobanê hatin kirin. Ev yek tiştekî jiberxweve nebû. Weke ku tola DAIŞ’ê hilînin tevgeriyan. Di serî de Kobanê, li dijî hemû kanton û gundên Rojava êrişên dewleta tirk zêde dibin. Her kesê ku li dijî van êrişan bêdeng dimîne û nekeve nava liv û tevgerê, dê dîrokê de weke şirîkê vî sûcê qirkirinê bê bîranîn.”    MA / Mujdat Can