Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin 2022-11-25 11:18:55   MÊRSÎN - Di danê sibehê de li Mêrsînê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de ji 18 kesên biryara binçavkirina wan heyî 15 jê hatin binçavkirin.    Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de derheqê 18 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de îro di danê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di dema serdegirtinên malan de deriyên hinek malan hatin şikandin û polîsan dest danîn ser alavên dijîtal.    Di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê hatin kirin. Her wiha hat gotin ku lêgerîna 3 kesên navên wan di lîsteya binçavkirinê de heyî jî didome.