Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in 2022-11-25 12:17:36   NAVENA NÛÇEYAN - Dewleta tirk herêmên li rojavayê Kobanê, Rêya M4, Kampa Eyn Îsa û gundên Şehbayê bombebaran dike.   Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 19'ê mijdarê heta niha bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk  gundê rojavayê Kobanê yê Ziyaretê, Rêya M4 û Kampa Eyn Îsayê bi çekên giran bombebaran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya a Hawarê (ANHA); dewleta tirk ji baregehên xwe yên nêzî Cerablusê gundê rojavayê Kobanê yê Ziyaretê, bi çekên giran bombebaran dike.   Di heman demê de dewleta tirk gundê Seydayê yê li rojavayê Eyn Îsayê, Rêya M4 û Kampa Eyn Îsayê jî bênavber bombebaran dike.    Her wiha gundên Hirbil û Semoqa yên Kantona Şehbayê jî tên bombebarankirin.