Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome 2022-11-25 12:37:00   MÊRDÎN - Jinan xwest bi boneya 25'ê Mijdarê li Mêrdînê meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Di çalakiyê de jinan got ku wan tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê li her qadê li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna xwe bidomînin.     Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Şahmaranê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî xwest li Mêrdînê meşekî li dar bixe. Bi vê boneyê li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn û xwestin ber bi Parka Karayollariyê ve bimeşin. Di çalakiyê de jinan pankarta “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hat vekirin û çalakvanan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, Kobanê nakeve” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî, hevşaredar, endam û rêveberên HDP, DBP, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Şahmaranê, Meclisa Jinan û gelek sazî tev li çalakiyê bûn.   Lê belê avahiya partiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û meş hat astengkirin. Li dijî vê yekê jinan dirûşm berz kirin. Di vê navberê de komeke jinan ku Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî jî di nav de bû, bi meş hatin ber deriyê partiyê û bertek nîşanî dorpêçê dan.    ‘BERXWEDANA JINAN GEŞTIR DIBE’   Daxuyaniya 25’ê Mijdarê ji hêla Rêvebera HDP’a Mêrdînê Ayşe Bozan ve hat xwendin. Bozan, diyar kir ku mîrateya Xwişkên Mîrabelan dewr girtine û têkoşîna wan heta roja me roj bi roj mezintir dikin û wiha domand: “Îro tê zanîn ku jin hem li Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî li tevahiya cîhanê bi awayekî fîzîkî, di qada aborî, civakî, siyasî, çandî û felsefî de li rastî her cureyên êrişan tên. Em dikarin bibêjin ku di modernîteya kapîtalîst de çawa ku jin hatin binaxkirin; pergala mêran jî her ku çû, rê û rêbazên êrişên xwe kûrtir kirin. Îro jî bi şêweyekî hovanetir êriş dike. Lê li dijî pergala baviksalariyê, pêşketinên berxwadana jinan êdî bi awayekî herikbar xwe diguherîne û geştir dibe.”   BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DAN    Di berdewamê de Bozan bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û domand: “Jin di qada dîroka berxwedanê de cihê xwe digire. Mînaka herî berbiçav berxwedana jinên Rojava ye. Li dijî êrişên DAIŞ a xwînmij û devkeftar, berxwedaneke bêhempa û dîrokî dan. Îro êrişên hewayî yên leşkerî ku dewleta tirkî dibe ser Kobanê, Tel Rifat, Şengal û Rojava, êrişa li dijî jiyana nû, jiyana hevpar û azad e ku yekser li dijî nirxên mirovahiyê ye.”   AKARSEL Û EMÎNÎ HATIN BIBÎRANÎN   Bi domdarî Bozan, Nagihan Akarsel û Jîna Emînî bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nagihan Akarsel a ku ji hêla netew- dewletê ve hat qetilkirin, yek ji van jinan bû. Nagîhan edîtor û akademîsyena Jineolojiyê bû ku zanista jinê ye, dîroka jinan ji nû ve û bi çavên jinan; destkeftî û zanebûna jinan ku ji hêla zîhniyeta nêrza ve hatiye dizîn, raxist ber çavan. Kuştina wê, tirsa zîhniyeta nêrza ya li hemberî zanebûna jinan dide nîşandan. Bi hezar salan vê pergalê xwe li ser olê, qaşo bi nirxên exlaqî, li ser tunebûna jinê da jiyîn. Ev pergal xwe bi qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji bo porê wê xuya dikir, xwe da nîşandan. Lê jinan îro ji bo tayek porê rêhevaleke xwe ya jin cîhan tev ser û bin kirin. Heta niha di van çalakiyan de 342 mirov hatine qetilkirin û îdama 15 hezar kesan hatiye erêkirin.”   BANG LI DESTHILATDARIYÊ KIRIN   Bozan, bal kişand ser tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê û daxuyanî bi vê bangê bi dawî kir: “Li gorî dane û lêkolînan, rêjeya tundiyê herî zêde li Tirkiyeyê heye. Anku li Tirkiyeyê ji her 10 jinan 4 jê bi tundiya mêran re rûbirû dimînin. Destdirêjî, tacîz û tundiya li ser jinên girtîgehan ku dibe sedema xwe kuştina jinan, şêweyeke din ê tundiya dewleta AKP- MHP’ê ya li ser girtîgehan e. Jin wê her dem li ser piyan bin û li dijî êrişên li ser nirx, destkeftî û axa xwe, têbikoşin. Wê xwedî li Kobanê û destkeftiyên ku ji Kobanê derketine biparêzin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû derdorên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî ew e ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe derxînin. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji van êrişên xeternak berde. Her wiha banga me ji bo hêzên navneteweyî jî ew e ku nebin parçeyeke vê komployê. Em kesên ku di êrişên hemwext ên li ser Kobanê, Tel Rifat û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”   ‘ME CAREKÊ TOVÊ JIYANÊ AVÊTIYE VÊ AXÊ’   Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar bertek nîşanê dorpêçê da û ev tişt anî ziman: “Ji bo jinan barîkatan danin lê li hêla din kujeran diparêzin. Di bingeha siyaseta AKP-MHP’ê de qirkirin, tunekirin, kuştin û necezakirina kujeran heye. Kolan ên me ne, em dê stran, gotin û dirûşmên xwe li kolan û li her derê bistirîn û bibêjin. Me carekê tovê azadiyê avêtiyê vê axê. Em li hemberî we gavekê jî paşde naavêjin. Em ê têkoşîna xwe li her deverê bidomînin.”    Çalakî, bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.