Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike 2022-11-25 17:53:13   ENQERE - Siyasetmedara girtî Gultan Kişankê anî ziman ku dîtina kiryarên kesên ku di çalakiyên Kobanê de mirine dê dîroka Tirkiyeyê ronî bike û got: "Ger kesên ku dixwazin li welatekî demokratîk bibin desthilat, ev divê xema wan be jî."    Rûniştina 5'an a danişîna 19'an a Doza Kobanê ku ji ber çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê hatibû vekirin û hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê li Hêwana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tevlî danişîna dozê bûn. Siyasetmedarên girtî yên di Girtîgeha Sîncanê de anîn hêwana danişînê û yên di girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tevlî danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, ewraqên daxilî nava dosyeyê hatibûn kirin hatin xwendin.    Di rünıştına 5'an danişîna 19'an de ewilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişank axivî.    Kişanakê anî ziman ku piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê pêvajoya "aştî û çareseriyê" bi awayekî fiîlî hatiye sekinandin û wiha got: "Pêvajo bi hewldanên kesên baweriya xwe bi siyaseta demokratîk anîne û bi hewldanên Îmraliyê heya Hezîrana 2015'an dewam kir. Kî ji bo aştî û diyalogê dixebitî? Kî hewl dida astengiyan bide ber wan? Ji dêvla fîşkirina siyaseta demokratîk û kurdan, sûcdar dikaribûn bihatana dîtin, lê nekirin. Di pêvajoyeke wiha de, di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de êşine ku kes ji me wan napejirîne rû dan. Mirov jiyana xwe ji dest dan. Ger kesên ku dixwazin li welatekî demokratîk bibin desthilat, ev divê xema wan be jî."    Kişanakê di berdewama parastina xwe de dosyeya dozê wekî "kûmpasekê" nirxand û wiha got: "Ev dosye, ji serî heta binî ji aliyê hin destên paralel ji derve tê birêvebirin. Baweriya xwe bi we jî naynin ku bê ka hûn ê xwedî li vê kûmpasê derkevin yan na. Lewma kûmpasine nû çêdikin."    Kişanakê diyar kir ku dê tevlî hevdîtina malbatê bibe û got ku dixwaze îfadeya xwe bi van gotinan bi dawî bike.    Piştî parastina Kişanakê rûniştina îro bi dawî bû. Danişîn dê di 28'ê Mijdarê de bidome.