Leyla Guven: Dê hesabê bidin 2022-11-25 18:08:29   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Dijminê kurdan AKP û nokerên wan ên herêmî dê ji bo hemû komkujî û talanên ku li erdnîgariya kurdan dikin hesabê bidin.” Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nameyek şand. ‘QIRKIRINA KURDAN DIDOME’ Guven di nameya xwe ya bi sernavê “Dê hesabê bidin” de diyar kir ku qirkirina kurdan ku ji hêla hêzên emperyalîst ên navneteweyî û dînamîkên navxweyî bi awayekî koordîneyê tê kirin, berdewam e û wiha got: “Ji damezirandina komarê heta niha her cureyên êrişê bi kar anîn û niha dîsa bi heman rêbazan hewl didin encamên cuda bi dest bixin. Bêguman ew jî dizanin ku nikarin bi van rêbazan gelê kurd tune bikin. Hêzên emperyal, naxwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin ji ber ku ji bo polîtîkayên xwe bikarin bimeşînin, divê li Tirkiye û Rojhilata Navîn alozî ji holê ranebe. Pirsgirêka kurd a hatiye çareserkirin, dê li hundir û derve gelek kesan bêkar bihêle. Heke pirsgirêka kurd nebe, dê MHP û dûvikên wê çawa bikarin siyasetê û nîjadperestiyê bikin? Kesên qaşo pisporên ewlehiyê ne jî dê çîrokên ji aqil, zanist û rastiyê dûr vebêjin.Kesên çareseriya wan xwe bi xwe nebe her tim hewceyî çareseriya hin kesên din in. SENARYO YA BAHÇELÎ YE, ROLA SEREKE YA SOYLÛ YE Li Tirkiyeyê dema desthilata AKP’ê ya 20 salan de di mijara pirsgirêka kurd de daneyên girîng derketin holê. Polîtîkayeke AKP’ê ya partiya yek zilamî ya derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de nîne. Rojekê li gorî fetwayê xoceyê xwe yê cemaetê tevgeriya, piştî encam negirt vê carê jî li gorî şîretên netewperestên Ergenekonî tevgeriya rêgezên şer dan rawestandin, di her qadê de bê hiqûqî xiste meriyete û li benda encamê ma. Piştî ku ji vir jî tiştek derneket kete nava hewldanên nû. Rêveberiya niha di dewrê de ye jî konsepteke ku senaryoya wê Dewlet Bahçelî nivîsandiye, rola sereke Suleyman Soylû dilîze AKP û hemû qewteyên wê weke figuran rol girtiye di dewrê de ye. Her kes dizane ku bûyera Cadeya Îstîklalê mizanseneke. Ev bûyer tenê lîstikeke mudaxilekirina Rojava bû. Divê kesek aqil û hişê civakê tune nehisibîne.   DÊ HESABA WÊ BIDIN   Yekane zilamê AKP’ê di demekî nêzîk de dîsa bêje ‘ez hatim xapandin’ em qet matmayî namînin. Lê bele divê gelê me bizane ku her xapandinek dibe sedemê mirovên ciwan jiyan ji dest bidin, karker, gundî, jin û ciwan zêdetir xîzan dibin û welat bi salan bi paş bikeve. Gelê kurd û tirk ê vê yekê dizane wê di hilbijartina ewil de hesaba vê ji desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bipirse. Em careke din diyar dikin ku AKP’a dijmina kurdan û hevkarên wê yên herêmî wê hesaba hemû pêkanînên talan û komkujiya li erdnîgariya me û ser gele me di çarçoveya hiqûqa navnetewî de bidin. Di serî de AKP, hemû beşên dijminên kurdan bila bizanin ku di demekî nêzîk de wê gelê kurd ‘wê şevekê ji nişka ve’ hemû mafên xwe yên hatine xespkirin bidest bixe û li ser axa xwe ya qedîm dê bijî. Kesên bi salan e hewl didin vê rastiyê asteng bikin jî wê ‘bifikar û xemgîn’ binêrin. DIVÊ BEŞÊN MÛXALÎF BÊ LEBÊ BELÊ HEVKARIYÊ BIKIN Desthilata ku faîla bi sedan komkujiyên weke Roboskê, Ûgûr Kaymaz û Berkîn Elvan qet şerim nake û li ser zarok û jinan diaxive. Ev jî tê re nake li ser bombeyan navên zarokan dinivîse û li gorî xwe ‘tolê’ dihilîne. Bawer im Îsraîlê jî wiha nekiriye. Bombeyên bi navê Ecrîn-Yagmûr diçin wê Berfîn, Hêlîn û Rojîna bikujin. Li welatekî xwediyê vê hişmendiyê tişta herî zor ew e ku mirov li wir jin an jî zarok bin. Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd çareseriya hemû pirsgirêkên din ên li welat bi zêdehî qebûl kiriye. Divê hemû beşên mûxalîf hewldanên xwe yên edalet, aştî, demokrasi û mafên mirovan bê lebê belê bikin hevkar. Em ji bîr nekin ku desthilata AKP’ê ji ber perçebûna me 20 sal in kariye li desthilatê bimîne. Weke hemû partiyên din ên ji ber pirsgirêka kurd çareser nekirin di nav rûpelên tarî yên dîrokê de winda bûn wê AKP jî winda bibe û biçe. EM GELEK NÊZÎKÎ SERKEFTINÊ NE Em ê li dijî konsepta înkar, îmha û dijminatiya li gelê me tê ferzkirin weke jin, ciwan, zarok, dayik û girtiyên polîtîk ên bi salan e di nava têkoşîneke destanî de ne em ê zêdetir li ber xwe bidin. Bila gelê me bizane ku em gelek nêzîkî serkeftinê ne. Ji ber ku dema zaliman fêm kir ku winda dikin zulma xwe zêdetir dikin. Divê em êşên xwe veguherînin hêzên û yekitiya xwe pêş ve bibin. Bi vê wesîleyê em zarokên gelê me yê qehreman ên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim û sersaxiyê ji gelê me re dixwazim. Dilê me yê ligel Rojava û Başûr ên di bin bomberanan de li ber xwe didin. Divê herkes bizane ku gelê me yê berxwedêr çawa li her çar parçeyê Kurdistanê bûne yek û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşiyan wê bi axayên wan re jî têbikoşin.”